Ji Meclîsa Jinê ya Zanîngeha Rojava banga ‘entegrasyoneke dadperwer’
- 14:20 23 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Zanîngeha Rojava, li ser rewş û biryarên derbarê zanîngehê de hatine girtin, banga ‘entegrasyoneke dadperwer û parastina mafan’ kir.
Di demeke ku Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê rastî biryar û gavên ku nîqaş û nerazîbûnê li hundirê civaka akademîk çêkirine tên de, ji bo parastina mafê xwendinê, azadiya akademîk û mafê biryardayînê dengê jinan jî bilind dibe.
Di vê çarçoveyê de, li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Hilêliyê, Meclîsa Jinê bi daxuyaniyekê nerîna xwe li ser rewş û biryarên derbarê zanîngehê de hatin girtin, eşkere kir. Daxuyanî bi Zimanê Kurdî ji aliyê Sûad Çelebî û bi Zimanê erebî ji aliyê Xûnav Mihemed ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku “Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, em tekez dikin ku tundî ne tenê bi erîşên li ser laş û sînor dar e” û wiha hat domandin: “Her wiha, hemû awayên tirsandin, dûrxistin, binpêkirina mafan û hewldanên ji bo bêparêhiştina jinan a ji mafên xwe yê perwerdê, beşdarbûn û nasnameya xwe jî dihewîne. Meclîsa Jinê ya Zanîngeha Rojava, bi xemeke kûr geşedanên dawî yên têkildarî mijara entegrasyona zanîngehê û rewşa redkirin û nerazîbûna berfireh a xwendekaran a li hember şertên pêşniyarkirî, dişopîne. Ev şert di nav xwe de metirsiyên rastîn dihewînin ku gefeke li ser pêşeroja wan a akademîk, mafên wan ên perwerdehiyê û taybetmendiya çandî, zimanî û civakî, taybetmendiyên ku cewhêrê nasnameya Zanîngeha Rojava û rola wê ya di civakê de, pêk tînin.”
‘Redkirina şertên niheq nayê wateya redkirina dialogê yan jî pênsîba entegrasyonê’
Meclîsa Jinê eşkere kir ku ji ber berpirsyariya xwe ya li hember xwendekaran û xema xwe ya li ser pêşeroja nifşên ciwan û mafê wan ên perwerdeyeke ku rûmet, nasname û taybetmendiya wan biparêze, piştgiriya xwe bi daxwazên wan ên rewa re radighînin. Meclîsa Jinê diyar kir ew tekez dikin ku redkirina şertên niheq nayê wateya redkirina dialogê yan jî pênsîba entegrasyonê û wiha pê de çû: “Her wiha helwesteke berpirsyar e li hember her rêbazeke ku dadmendî, wekhevî û derfetên wekhev misoger neke û rêzê li taybetmendiya herêmê û fedakariya keç û xortên wê negire. Erîşa ku li dijî xwendekarên keç ên zanîngehan pêk hat, aloziya xexternak a ku di 16’ê vê mehê de qewimî, birîndarbûna xwendekaran û bikaranîna çekan di nav kampusa zanîngeha de, bûyerêke pir xexternak e ku zirarê dide ewlehî û rûmeta zanîngehan û gefê li mafê xwendekarên hebûna ciheke perwerdeyî ya bi ewle, dixwe. Zanîngeh qada zanist, diyalog û pirrengiyê ye, ne cihê tundî, tirsandin û ferzkirina helwestan a bi darê zorê ye.”
‘Zanîngeha Rojava ezmûneke zanistî û civakî ye ku di bin mercên awarte de hatiye avakirin’
Meclîsa Jinê destnîşan kir ku Zanîngeha Rojava ne tenê saziyeke perwerdeyî, avahî û bawernamêyên akademîk e û wiha got: “Her wiha ezmûneke zanistî û civakî ye ku di bin şert û mercên awarte de hatiye damezrandin. Ew wekî bersivêke ji bo pêdiviya keç û xortên herêmê ya bi xwendina bilind a bi zimanê xwe û dayîkê û pêşxistina zanînê bi awayekî ku pirrengiya civakê û hêviyên wê nîşan bide, derketiye holê. Ji ber vê, destwerdana li zimanê Kurdî û cihê wî di prosêya perwerdeyê de, lawazkirina nasnameya civakî û çandî ya zanîngeha, yan jî dûrxistina taybetmendiya wê ya akademîk, ne tenê gef e li ser saziyeke perwerdeyî. Her wiha destwerdana li ser mafê tevahiya civakê ye, fêrbûna bi zimanê xwe û beşdarbûna di avakirina pêşeroja xwe de ye. Di vê çarçoveyê de, em tekez dikin ku Meclîsa Jinê ya Zanîngeha Rojava piştgirî dide her çarçoveyeke entegrasyonê ku li ser bingehên dadperwerî û wekhev ava bibe. Rêbazeke ku naskirina hevbeş a mafan, bawernameyan û saziyan misoger bike, mafê keç û xortên herêmê yê gihîştina perwerde û kar û berdewamkirina rêwîtiya xwe ya akademîk bêyî cudakarî û dûrxistin biparêze, zimanê Kurdî û taybetmendiya çandî û civakî ya zanîngeha bide parastin û rêzê li pirrengiya neteweyî û çandî ya li herêmê bigre.”
Meclîsa Jinê da zanîn ku her wiha tekez dikin ku tu prosêya entegrasyonê ya rastîn nikare li ser bingehê tunekirin, ferzkirin an jî kêmkirina destekfiyên ku bi saya fedakariya civakê û têkoşîna keç û xortên wê hatine bidestxistin, ava bibe. Daxuyaniya Meclîsa Jinê bi van gotin û daxwazan bidawî bû: “Berovajî vê, divê ew prosêyeke hevpar be ku li ser dialog, naskirina hevbeş, wekhevîya maf û derfetan û misogerkirina pêşerojeke bi ewle û aram ji bo xwendekaran bê avakirin.
Li ser vê bingehê, em wekê Meclîsa Jinê a Zanîngeha Rojava:
- Piştgiriya xwe ya tam bi xwendekarên Zanîngeha Rojava re, di daxwazên wan ên rewa de û mafên wan ên derbîrina aştiyane ya redkirina şertên ku gefê li pêşeroja wan a akademîk û nasnameya wan a çandî û zimanî dixwin, radighînin.
- Em hemû şêweyên tundî, erîş û tirsandinê yên di nav kampusa zanîngehan de, red dikin.
- Em tekeziyê li ser pêwîstiya beşdarbûna nûnerên xwendekaran, kadroyên akademîk û idarî û desteyên peywendîdar di her nîqaş an rêkeftineke têkildarî pêşeroja zanîngeha de, dikin.
- Em daxwaza misogerkirina naskirina bawernameyên zanîngehan, parastina mafên xwendekaran a di berdewamkirina xwendina xwe de û rêgirtina li windabûna pêşeroja wan a zanistî û pêşeyî, dikin.
- Em tekeziyê li ser pêwîstiya parastina zimanê Kurdî û misogerkirina cihê wî di perwerdeyê de û parastina taybetmendiya çandî, civakî û akademîk a zanîngehan dikin. Di çarçoveyeke ku rêzê li pirrengiya herêmê û pêkhatêyên wê digre de.
- Em di wê baweriyê de ne ku pêşeroja zanîngehan nikare li ser hesabê xwendekarên wê bê avakirin û entegrasyoneke ku maf, rûmet û nasnameyê neparêze, nikare aramî yan jî hevkariyeke rastîn pêk bîne. Ji ber vê yekê, em bang dikin ku zimanê dialog û berpirsiyariyê serdest bibe, rêz li iradeya xwendekaran were girtin û ji bo dîtina formûleke dadperwer ku zanîngeha, mafên xwendekarên wê biparêze û destekfiyên ku bi saya fedakariya keç û xortên vê herêmê hatine bidestxistin misoger bike, xebat bê kirin.
Em ji xwendekarên birîndar re, şîfaya lezgîn dixwazin.









