Tulay Hatîmogûllari: Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran talîb in

  • 16:52 22 Mijdar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qoserê tevlî çalakiya protestoyî ya cotkaran bû û xwest ku fiyatên mazot û elektrîkê bên daxistin, desteka çandiniyê di dema xwe de were dayîn û barê bacê yê cotkaran were rakirin.
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê Budçe” de, li navçeya Qoser a Mêrdînê bi hilberîneran re civiya. Tulay Hatîmogûllari guhdarî daxwazên gel kir û piştre piştgirî da cotkarên ku bi traktorên xwe zaman protesto dikin.
 
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku cotkar ji ber maliyetên hilberînê di nava zehmetiyê de ne û bal kişand ser pirsgirêkên avdanê, qutbûna elektrîkê û zêdebûna fiyatên mazotê.
 
Tulay Hatîmogûllari got, bi taybetî hilberînerên li herêmên Mêrdîn û Amedê ji ber fatûrayên elektrîkê yên DEDAŞ’ê û qutbûnên demdirêj mexdûr in.
 
Tulay Hatîmogûllari xwest ku ji mazotê OTV û KDV bê rakirin, di hilberîna çandiniyê de elektrîk were sivikkirin û barê bacê yê li ser cotkaran were rakirin.
 
Her wiha bang hate kirin ku faîzên deynên cotkaran bên jêbirin.
 
Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî budçeya 2027’an jî da û got, destekên çandiniyê netêrker in.
 
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê hilberîna çandiniyê were destekkirin û got, “Hûn ne bi tenê ne. Em bêhêvî nebin. DEM Partî têkoşîna aştiyê dimeşîne û di heman demê de wê mafên karker, kedkar û esnafan jî heta dawî biparêze. Weke DEM Partî em ji bo rêveberiya vî welatî talîb in. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran talîb in. Em talîbê rêveberiya vî welatî ne.”