Hejmara pitikên li Sûriyeyê hatine terikandin bû 59
- 14:42 13 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Idlib û Derayê yên Sûriyeyê, di rojên pêşîn ên Mijdarê de sê pitikên çend rojî yên terikandî hatin dîtin. Ji destpêka sala 2026’an vir ve, hejmara pitikên terikandî li welêt gihîştiye 59’an.
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê bûyerên terikandina pitikên çend rojî, berdewam dike. Bûyerên ku pitikên li deverên ne ewle di şert û mercên ku jiyana wan di xetereyê de ye hatine dîtin, fikaran li ser ewlehî û mafên zarokan zêde dikin.
Li gorî daneyên ku ji hêla Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatine belgekirin, ji destpêka Mijdarê ve li Idlib û Derayê di sê bûyerên cuda de pitikên çend rojî, yên hatine terikan, hatine dîtin. Bi van bûyeran, hejmara giştî ya pitikên terikandî li seranserê Sûriyeyê ji destpêka sala 2026’an vir ve dighîje 59’an.
Çavdêriyê di 4’ê Mijdarê de ragihand ku pitikek li Îdlibê hatiye dîtin û radestî hêzên ewlehiyê yên pêwendîdar hatiye kirin. Di 9’ê Mijdarê de, du pitikên din li gundewarê Derayê hatine dîtin. Yek di kîsikek plastîk de li pişt deriyê mizgeftek kevirî li Casimê û ya din jî li nêzîkî malek li bajaroka Yadude hat dîtin. Pitika ku li Yadude hat dîtin, ji bo lênihêrîna bijîşkî birin Nexweşxaneya Netewî ya Derayê.
Zarok di şert û mercên ku jiyana wan di xetereyê de ne tên terkkirin
Çavdêriyê dubarebûna rewşên ku pitikên çend rojî li deverên xeternak ên wekî konteynerên çopê, çente, kîsikên plastîk, deriyên mizgeftan û kêlekên rêyan têne terikandin, destnîşan kir. Ev rewş pitikan dike xetereyên cidî yên tenduristiyê û hin ji wan berî ku bên rizgarkirin, dimirin.
Çavdêriyê banga xurtkirina pergala parastina zarokan, vekirina navendên ku pitikên terikandî dikarin bi ewlehî lê bên bicihkirin û dabînkirina xizmetên tenduristiyê yên pêwîst kir. Her wiha bal kişand ser pêwîstiya avakirina mekanîzmayên alîkariyê û çareserkirina şert û mercên civakî û aborî yên ku dibe sedema van bûyeran.







