Li Semsûrê bang kirin: Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan
- 12:04 11 Mijdar 2026
- Rojane
SEMSÛR - Platforma Saziyên Demokratîk a Semsûrê, li ber Girtîgeha Semsûrê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî da û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tehliyekirina girtiyên nexweş di vî pêvajoyî de mafekî bingehîn e.
Platforma Saziyên Demokratîk a Semsûrê ji bo girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Semsûrê bi beşdariya nûnerên saziyên demokratîk û Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo mafê jiyanê bila girtiyên nexweş demildest werin berdan” hate vekirin û dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindana” hatin berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê TUHAY-DERê yê Semsûrê Erkan Karakaş ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş a bi hincetên kêfî hate dayîn û bal hate kişandin ser vê yekê ku divê astengiyên li pêşiya tehliyekirinê rabin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo girtiyê nexweş Tuncer Saglam ê jiyana xwe ji dest da jî divê lêpirsînek bi bandor bê kirin û sersaxî ji malbatê re hate xwestin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku mirina li girtîgehan ne qeder e, berovajî wê cinayet e û got: “Em ji desthilata AKPê re dibêjin; divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Pêwîstiya vî welatî bi rengekî lezgîn bi rêziknameyeke nû ya înfazê heye. Divê dev ji sozên vala berdin û gavên adil biavêjin.”







