Bixwe hildiberîne, bixwe qezenc dike

  • 09:02 11 Mijdar 2026
  • Ked/Aborî
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Semra Yildiz a li Gundikê Melê dijî, ev 10 sal in bi berhemên keda destan aboriya xwe bi dest dixe.
 
Semra Yildiz a li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê dijî ji 17 saliya xwe heta niha bazinên keda destan çêdike. Bazinên ku bi kedek mezin tê çêkirin û di her rengê wê de çîrokek heye, bi destê Semra Yildiz zindî dibe. Jina ciwan ku bazinên xwe bi ben û morîkên rengîn dihûne, di heman demê de rengên cîhana xwe jî dihûne.
 
Semra Yildiz ku di salên lîseyê de dest bi hûnandina bazinan dike, her diçe xwe pêş dixîne û vê vediguherîne qezenca aborî. Semra Yildiz berhemên xwe li ser medyaya dîjîtal difroşe û ji gelek bajaran şîparîş tê. Semra Yildiz bi pêşniyara kesên derdorê re berhemên cuda jî çêdike. Niha li mala xwe alavên xemlê, cureyên xişir çêdike, dora laçikan jî nexş dike.
 
Semra Yildiz der barê karê xwe de axivî.
 
Gelek berheman çêdike
 
Semra Yildiz da zanîn ku 12 sal in vî karî dike û wiha got: “Min bazin di destê hevalên xwe de didît û bala min kişand. Piştre min biryar da ez çêbikim. Her ku min çêkir mirovan modelên cuda ji min xwestin. Li ser daxwaza wan ez modelên nû fêr bûm. Ne tenê bazin, ez cureyên din yên xişiran jî çêdikim. Piştre min dest bi firotinê kir. Biçûk be jî hatineke min hebû. Ji bajarên cuda sîparîş hatin. Ji ber aboriya xwe qezec dikim kêfxweş im. Li ser medyaya dîjîtal muşteriyên min hene.
 
Ji heba kizwanê morîkan çêdike
 
Semra Yildiz daxuyakirin ku ewil bazin çêkiriye û wiha pê de çû: “Piştre min dora laçikan jî çêkir. Min ji heba kizwanê morîk çêkir, ji wan morîkan min tizbî û bazin çêkirin.Ev kedek mezin dixwaze. Ez kizwanan çend rojan di avê de dihêlim, piştî nerm dibe bi derziyê vedikim û dikim morî.”
 
‘Divê her jin li ser piyên xwe bisekinin’
 
Semra Yildiz di dawiyê de wiha anî ziman: “Divê jin tu kedê biçûk nebînin. Belkî biçûk tê dîtin lê dema min nû destpê kir, min bazinek di 4 saetan de çêdikir. Lê niha di saetekê de çêdikim. Ez di alî aborî de li ser piyan disekinim. Debara xwe dikim. Divê her jin li ser piyên xwe bisekinin.”