Hurriyet Kaytar: Di her gava xwe de me Jiyan kir rehber
- 09:05 9 Mijdar 2026
- Portre
ÊLIH - Xwişka Jiyan Çiya ya di 2019’an de jiyana xwe ji dest da, Hurriyet Kaytar têkoşîna xwişka xwe ya 27 salan vegot û diyar kir ku xwişka wê bandorek mezin hiştiye û got: “Tehemula wê ji şaşiyê re tunebû. Dilê wê bi hezkirina mirovahiyê tije bû.”
Dr. Jiyan Çiya di 1974’an de li gundê Girê Awest a Hezo ya Êlihê tê dinê. Jiyan Çiya (Salîha Kaytar) 27salan di qadên cuda yê têkoşîna azadiya Kurd de cih girt û di salên li zanîgneha Dîcleyê fakulteya Tipê dixwend tevli xebatên ciwanan dibe û piştre tevli dibe. Jiyan Çiya ku li Amed û Garzanê peywirên fermandarî û rêveberiyê dike di 2019’an de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dide.
Di rojên borî de bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) li Êlihê ji bo kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê pêk hat. Yek ji kesên hat bîranîn Jiyan Çiya bû.
Jiyan Çiya ku di 2019’an de jiyana xwe ji dest da, nivîsek wiha ji bo dayika xwe nivîsiye: Dayikê ez te bi hezar çiyan, reng, deng û dilopên watedar silav dikim, destê te maçî dikim. Di şexsê dayika xwe de we hemûyan silav dikim, maçî dikim. Heqîqet evîn e. Evîn jiyana azad e. Jiyan azad bixwe xwegîhandina mafê dayikê, hiqûqa wê ye. Di rêwitiya min de ez gihiştim vê sirê. Ev sir hezkirina dayikê ye. Dayikê ez bi vê hest û hişmendiyê ji te hez dikim, te hembêz dikim, maçî dikim…
Xwişka Jiyan Çiya, Hurriyet Kaytar der barê xwişka xwe Jiyan Çiya de ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Tehemula wê ji şaşiyê re tunebû’
Hurriyet Kaytar da zanîn ku vegotina Jiyan Çiya ne hêsan e û got: “Jiyan Çiya ji bo me çavkaniya moral û wêrekiyê ye. Xwişka min di temenê biçûk de tevli têkoşînê bû. Min dixwest ku hûn ji dayika min guhdar bikin. Jiyan bi rastî taybet bû. Ew kesek taybet bû. Heta ji destê me hat em xwedî li têkoşîna wê derketin. Jiyanê ne tenê li ser malbata xwe li ser hevalên xwe yên têkoşînê jî bandor kiriye. Çîroka Jiyanê ne çîrokek bi saetekê du saetan bê vegotinê ye. Şopên xweş hiştiye. Tehemula wê ji şaşiyan re tunebû. Miroveke ku dilê wê bi hezkirina mirovahiyê tije bû. Mîrateyeke pir xweş ji me re hişt.”
‘Ji xweza û sewalan hez dikir’
Hurriyet Kaytar di berdewamiyê de xwişka xwe Jiyan wiha anî ziman: “Digotin ji kutilka hez dikir. Ew jî piştre fêr bûye û çêkiriye. Bi hezkirin ji hevalên xwe re xwarin çêkiriye. Hevalên wê nas dikin, vedibêjin, pir jî xweş çêdikir. Ji xwezayê hez dikir, ji sewalan hez dikir. Miroveke wisa ji xweza û ekolojiyê hez neke nikare li wir 27 salan li ser piyan bisekiniya. Tevî ku hemû malbata min li dijî mîhrîcana şanoyê bû, ez bi saya xwişka xwe Jiyanê çûm mîhrîcana şanoyê. Min ji şanoyê hez dikir. Min dixwest pê re eleqeder bim. Lê malbata min digot li ser perwerdehiya xwe bisekine. Wê demê ez hîna zarok bûm. Lê ew li malbatê geriyabû û gotibû Hurriyetê bişînin bernameya şanoyê. Bi saya wê ez çûbûm. Me di her gava xwe de Jiyanê ji xwe re dikir rehber.”
‘Wêrekiya xwe rêxistin kir û tevli bû’
Hurriyet Kaytar bi lêv kir ku xwişka wê Jiyan di dema xwendekariyê de di tevgera şoreşger û xebatan de cih girtiye û wiha bi lêv kir: “Jiyanê hema wisa di carekê de biryar neda. Malbata me ji xwe welatparêz bû. Di dema avabûna tevgerê de jî ji malbatê tevlibûn hebûn. Ji ber vê jî Jiyanê ji zarokatiyê de ew hest jiyabû. Li Dîcleyê dixwend. Di dema xwendekariyê de jî di xebatan de cih digirt. Jiyanê wêrekiya xwe rêxistin kir û tevli bû.
‘Me hewl da em hêjayê wê bin’
Hurriyet Kaytar her wiha anî ziman ku ew her tim di her gava davêjin de hewl didin hêjayê Jiyanê bin û wiha anî ziman: “Jiyanê kesek xwedî hişmend bû, bi dîsîplîn bû. Em jî heta ji destê me tê hewl didin hêjayê wê bin. Wê ji xwezayê hez dikir. Xwezayê ew parast. 27 salan li çiyayê Kurdistanê têkoşîya. Ji bo mezinkirina têkoşîna wê çi ji destê me bê em dikin.”
‘Divê gav bên avêtin’
Hurriyet Kaytar wiha dawî lê anî: “Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Nêzîkatiya dewletê girîng e. Divê ji bo aştiyeke mayînde gav bên avêtin. Divê em rihê têkoşînê mezin bikin. Divê em hêjayî xeyalên maneviyatên ku me winda kirine bin û ji nûve xeyalên wan bihûnin.”







