Li Wanê qezeya trafîkê:9 kesî jiyana xwe ji dest da
- 22:18 7 Mijdar 2026
- Rojane
WAN - Li Wanê di navbera navçeyên Qelqelî û Seravê de qezaya trafîkê pêk hat û di encama qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê de TIR û minibûseke rêwiyan li hev qelibîn, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tendirûstiyê, polîs û cendirme çûn cîhê qezayê û mudaxaleya ewilî kirin. Hat zanîn ku rêwiyên di minibûsê de hemû jî welatiyên Îranê bûne û nû ji deriyê sînor ê Seravê derbas bûne ku werin Wanê.
Hat ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.







