Li Amedê konferansa jinan: Em ê li her kolan û taxê bi rêxistinbûyînê têbikoşin
- 13:32 2 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - "Konferansa Civakîkirina Polîtîkayên Jinan" ku ji aliyê Şaredariyên DEM Partiyê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Hevseroka GABB'ê Neslîhan Şedal diyar kir ku ew ê berfirehkirina rêxistinbûyînê nîqaş bikin.
Konferansa bi sernavê "Em bi Hilberîn û Rêxistinkirinê Têkoşîna xwe Jinan Civakî Dikin" ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Di konferansê de Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliyê ya Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GABB) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên DEM Partiyê, endamên meclîsên şaredariyan amade bûn.
Konferans ji bo bîranîna kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê destpê kir. Neslîhan Şedal anî ziman ku dê konferans 2 rojan dewam bike, bi coşeke mezin konferansê li dar dixin û wiha got: "Konferansa me di serdemeke dîrokî de pêk tê. Em ê di vê serdema dîrokî de rol û mîsyona xwe jî nîqaş bikin. Em ê bi rêxistinbûnê têkoşîna xwe mezin bikin. Hevalên me ev demeke dirêj e di qadê de hewldanên mezin didin. Beden û jiyana jinan tê hedefgirtin. Xebatên me yên ji bo bidawîkirina vê yekê berdewam dikin. Bi vê konferansê re em ê rewşa xwe ya heyî û tiştên ku me şaş kirine nîqaş bikin."
Neslihan Şedal diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hêzên kapîtalîst polîtîkayên wêrankirin, kuştin û komkujiyê li dijî jinan dimeşînin û ev şer bi şîdet û qetlîamên li dijî jinan didomin û wiha got: "Em ê li her kolan û taxê bi rêxistinbûyînê li dijî vê têbikoşin. Felsefeya me ya 'Jin, jiyan, azadî' bi perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê didomîne. Weke rêveberiyên herêmî em têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser jinan didomînin. Eger di rojekê de 6 jin bên qetilkirin divê em bi tundî bersivê bidin. Ji ber vê yekê divê em jiyanê li gorî vê yekê biguherînin."
Neslihan Şedal banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û destnîşan kir ku pêvajoya di vê bangê de weke 'Ronesansa Jinê' hatiye pênasekirin. Neslihan Şedal wiha got: "Ger ronesans ya jinê be, divê em li gorî vê misyonê tevbigerin. Divê em vê bi rêya jiyana komunal pêk bînin. Divê em her kesê di civakê de, reng, bawerî û zimanê wan çi dibe bila bibe, birêxistin bikin. Bi taybetî divê em vê yekê di rêveberiyên herêmî de pêk bînin. Divê em polîtîkayên xwe yên azad ên bi îradeya jinê biafirînin. Di vê konferansê de divê em nîqaş bikin ka em ê çawa rêxistina xwe berfireh bikin."
Konferans piştî axaftina destpêkê, ji çapemeniyê re girtî dewam dike.







