Ji axur ber bi îbadetxaneyê ve: Dêra Mor Şemun d’Zeyte
- 09:03 27 Îlon 2026
- Rojane
ÊLIH - Malbatên Suryanî ku piştî darbeya 1980’yî koçî derveyê welat kirin 46 salan şûnde vegeriyan gundê xwe û Dêra Mor Şemun d’Zeyte ku wêran bibû ji nû ve rakirin ser piyan.
Dêrra Mor Şemun d’Zeyte ku bi salan wek axur hate bikaranîn û texrîbkirin ji nû ve ji îbadetê re hat vekirin. Dêra Suryanî ya li gundê Binkelbê yê Kercewsa Êlihê ne tenê îbadetxane, di heman demê de bîra civakî ya Mezopotamyayê ye.
‘Bi salan terkî tunebûnê hat kirin’
Welatiyên Suryanî yên li Swêd, Belçîka, Almanya û welatên cuda yên Ewropayê dijîn, bi hev re dêr restore kirin û ayina ewil kirin. Dêra ku bi salan terkî qedera xwe hatibû kirin wek axur dihat bikaranîn û bi awayekî mezin hatibû texrîbkirin.
Dêrra Mor Şemun d’Zeyte li herêma Turabdîn bi karkeriya keviran hatiye avakirin û ji ber polîtîkayên koçberiyê bi salan bê mirov hat hiştin. Dêra mahkumî tunebûnê hat kirin, demekê wek axur hat bikaranîn.
Bi hevkariya Suryanî û parêzvanên maf re xebateke restorasyonê ya berfireh hat kirin û li gorî kevirên wê ji nû ve hat hûnadin û ji dîmenên xerabûnê hat xilaskirin û deriyê derê ji nû de hat vekirin.
Bîra hevpar a Bawerî û Xwezayê: Zeytîncî Şemun
Dîroka Azîz Mor Şemun d’Zeyte (Zeytûnvan) xwe dispêre piştî zayînê salên 657-734’an. Şemun ku di temenê ciwan de li Keşîşxaneya Mor Gabriyel bi cih dibe û bi perwerda olî sînor namîne, bi têkiliya xwe ya xurt a bi xwezayê tê zanîn. Li dora keşîşxaneyê 12 hezar darên zeytunan diçîne û li herêmê çandiniya zeytunan dike. Bi bi nasnavê ‘d’zeyte’ ku bi Suryanî tê wateya Zeytunvan derbasî dîrokê dibe. Dêra Binkelbê ku bîranîna Şemun dide jiyîn, di vî alî de bîra hevpar a xweza û baweriyê temsîl dike.







