Jinan rewşa entegrasyonê û awayê parastina destkeftiyan nîqaş kirin

  • 14:20 24 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebateke jinan de ku li Qamişloyê hat lidarxistin, rewşa entegrasyonê û mekanîzmaya pêkanîna wê û awayê parastina destkeftiyên jinan hatin nîqaşkirin.
 
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan bi sernavê “Tevlêbûn û destkeftiyên jinan di navbera rastiyê û hêviyan de” bi beşdariya nûnerên tevger û rêxistinên jinan û çalakvanan û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê komxebatek li dar xist.
 
Di komxebatê de 2 xalên sereke yên girêdayî pêvajoya entegrasyonê û bandorên wê yên civakî û çandî, makanîzmaya entegrasyonê û pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li kêleka van xalan rewşa beşdariya jinan û awayê parastina destkeftiyan, dabînkirina beşdariya jinan di cihê biryarê de hatin nirxandin.
 
Xala yekemîn ji hêla gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam ve hat pêşkêşkirin. Cîhan Hessam got: “Ev 9 meh e peyman hatiye îmzekirin, ev rewş bi kedeke mezin hatiye avakirin, li ser asta pratîkê de hinek astengî derdikevin, ev rewş li giştî Sûriyeyê bi vî awayî ye, gelek aliyên li derve û hundir hene dixwazin pêvajoyê xerab bikin, lê birêxistinkirina wê bi hêz e û kes nikare xerab bike.”
 
Cîhanê wiha li axaftina xwe zêde kir: “Prensîb û pîvan hene divê em parastina wan bikin, heke em neparêzin wê di pêşerojê de zarokên me hesab ji me bixwazin. Em bi israr dest jê bernadin û em ê berxwedana xwe didomînin, divê her kes li ber xwe bide, tişta ku îro pêk tê bi hêsanî nehatiye, divê em destkeftiyên xwe biparêzin.”
 
Cîhan wiha pê de çû: “Girêdayî mijara doza jin, rêjeya beşdariya wê li herêmên me ji parêzgehên din zêdetir e, ev bi xwe di nava hişmendiyeke baviksalarî de serkeftineke mezin e, divê em li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bikin û dengê jinan bilind bikin.”
 
Cîhan Hessam destnîşan kir ku yek ji tişta girîng di nava destkeftiyên jinan de avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye, gelek kes xwestin wê ji hev veqetînin, lê wê li ber xwe dan û serxwebûna xwe parast.
 
Cîhanê got: “Heke em dest ji destkeftiyên xwe berdin em ê tune bibin, lewma divê em dest ji hev jî bernedin, em nimûneya Sûriyeyê ne, hene yên ku dixwazin tecrubeya me li Siwêda û herêmên din ava bikin, divê em hevgirtina xwe xurt bikin, heke em biserbikevin wê nimûneya me li giştî Sûriyeyê bê belavkirin.”
 
Cîhan Hessam da zanîn ku têkoşîna wan divê ji bo çand, kuteya jinan, ziman û nasnameyê bin û wiha anî ziman: “Hêviya min ew e ku hemû jin di nava yekîtiyekê de hevgirtina xwe xurt bikin, di vê pêvajoyê de bi hev re bin.”
 
Xala duyemîn ji aliyê endama rêveberiya Nivîsgeha Malbat û Şêniyan Rohat Xelîl ve hat pêşkêşkirin û wiha got: “Em di pêvajoyeke hesas di dîroka Sûriyeyê derbas dibin, divê ne wekî bertek em pêşeroja jinan nîqaş bikin, em siberoja jinan ji hêla avakirina beşdariyeke rastî nîqaş bikin. Dema em behsa entegrasyonê dikin, em behsa saziyan nakin, em behsa siberoj, maf, destkeftiyên civakê û bi taybet jinan dikin.”
 
Rohat Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: “Beşdariya jinan ne tenê bi hejmar tê muqayesekirin, em bi rêjeya bandora xwe ya di cihê biryarê de tê dîtin, divê em entgreyê wekî veguhestan karmendan nebînin, ew cihê ku lê pergalên qanûnî, îdarî û civakî tên cem hev e.”
 
Rohat Xelîl bal kişand ser rakirina Desteya Jinan û paşguhkirina rola jinan di hêla avakirina siyasetê de û diyar kir ku hebûna şeklî bi beşdariyeke aktîv di warê biryartê de têrê nake.