ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2026'AN
- 09:00 22 Îlon 2026
- Rojev
* Komuna Çand û Hunerê ya Ekinê ku li Avcilarê bi armanca azadkirina qada hunerî û çandî hatiye damezrandin, ji bo serdema nû dest bi qebûlkirina qeydan kiriye. Jin û ciwanên ku li dijî polîtîkayên şerê taybet, asîmîlasyon û gendeliyê ji bo jiyana hevbeş têdikoşin, hemû welatî vexwendin ku di vê qada çand û hunerî ya azad de werin cem hev. DÎMEN HEYE
* Li Botanê, dewlet wekî beşek ji polîtîkayên xwe yên şerê taybet, têkçûna exlaqî, bikaranîna tiryakê û fuhûşê pêş dixe. Polîtîkayên bêcezahiştinê bi rêya dadweriyê tê domandin.DÎMEN HEYE
* Dayika Delal Nûda Avend ya ku li Geverê di temenekî ciwan de tevlî têkoşîna jin û ciwanan bûbû, di sala 2015'an de jî tevlî refên gerîla bûbû û di 5'ê Îlona 2022'yan de jiyana xwe ji dest dabû Îran Çogaç derbarê têkoşîna keça xwe de axivî û got: "Em bi têkoşîna ku keça me meşandiye serbilind in. Em ji bo Rêberê xwe azadiyê dixwazin." DÎMEN HEYE
* Dayika Muhammed Kendircî, yê ku di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin, beriya danişîna dozê ya ku dê di 23'yê Îlonê de pêk were, daxwaza cezayên tundin û rêgir ji bo sûcdaran kir û soz da ku ew ê têbikoşe da ku pêşî li mirina zarokên din bigire. DÎMEN HEYE
* Parêzer Arzu Kurt, bal kişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û got: "Her çend aktorek ku ji destpêkê ve di avakirin û pêşvebirina vê pêvajoyê de û anîna wê heta vê astê de hewldan û beşdariya herî mezin nîşan daye, divê bikaribe di şert û mercên xebata azad de bigihîje her kesî û divê şert û mercên tecrîdê bi tevahî ji holê werin rakirin." BI DÎMEN







