Enstituya Kurdî rêzeçîrok çap kir

  • 19:00 21 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Enstituya Kurdî ya Amedê li avahiya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Peyasê rêzeçîrokên zarokên pêşdibistanê da nasîn. 
 
Enstituya Kurdî ya Amedê li avahiya xwe ya li semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê rêzeçîrokên zarokên pêşdibistanê da nasîn. Endam û rêveberên Enstituya Kurdî, endam û rêveberên komeleyên ziman yên Amedê, siyasetmedar û partiyên siyasî yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernamê bûn. 
 
Di bernamê de afişên rêzeçîrokên zarokan li ser dîwaran hatibû zeliqandin. Standa rêzeçîrokên zarokan hate vekirin. Eleqeyeke mezin ji bo rêzeçîrokên zarokan hate nîşandan. Di bernamê de bi stranên Kurdî ve zarokan bi kêfxweşî lîstin.
 
Di bernameyë de Mûrat Bîlgîç, Rengîn Sansarkan, Rodî Zinar û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay têkildarê mijarê axifîn.