ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2026'AN
- 09:00 21 Îlon 2026
- Rojev
*Seher Mizrak (Pelda Zinar) a ku di nav çîroka sirgûniyê ya ji Licê heta Amedê mezin bû, di jiyana xwe ya ku ji bajarê serhildanan heta qadên berxwedanê dirêj bû de helbest û bîranîn li pey xwe hişt. Şukrîye Mizrak a ku keça wê di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû dibêje, “Êdî bila xwîn nerije, dayik negirîn.” DÎMEN HEYE
* Li Botanê, gelek mijarên cihêreng ji valakirina gundan û qedexekirina çûyîna zozanan bigire heta avakirina qereqolan û wêrankirina ekolojîk, herwiha pirsgirêkên têkildarî tiryakê, polîtîkayên li dijî jin û ciwanan di çarçoveya nîqaşên li ser “şerê taybet” ê li herêmê de tên nirxandin. Me bi beşa yekem a dosyeya xwe, pêşveçûna dîrokî û bertekên civakî girt dest. DÎMEN HEYE
*Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan der barê qanûna çarçoveyî de axivî û got: “Lijneyên hatine avakirin divê mekanîzmayên xwe ava bikin û bernameyekê ji me re ragihînin. Di vê mijarê de bang û daxwaza me esas e.” DÎMEN HEYE
*Şêniyên Rihayê diyar kirin ku gava herî samîmî ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bê avêtin perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û wiha gotin: “50 sal in em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Ger pêvajoyek hebe û samimiyet hebe bila zimanê me bikin zimanê perwerdehiyê.”DÎMEN HEYE







