Komcivîna 3yemîn a KESK'ê ya jinan dest pê kir

  • 11:52 4 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE - Komcivîna 3'yemîna a KESKê ya jinan dest pê kir. Gelek jin, nûnerên sendîkayên navneteweyî, partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li komcivîna ku dê 3 rojan bidome bûn.
 
Komcivîna 3'yemîn a jinên endamên Konfederasyona Sendikaya Karkerên Giştî (KESK), li oteleke Enqereyê dest pê kir. Endam û nûnerên sendîkayên navneteweyî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek jin tev li komcivînê bûn. Jin beriya destpêkirina komcivînê li eywana otelê kombûn û govend gerandin û dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” berz kir. Her wiha pankartên li ser, “Li dijî şer aştî û li dijî patriarkayê azadî” dinivisî jî li eywanê hatin daliqandin. Komcivîn dê 3 rojan bidome.
 
Komcivîn bi axaftina Sekretera Giştî ya KESKÊ Sevgî Yilmaz dest pê kir. Sevgî Yilmaz bi lêv kir ku ew xwedî li mîrateya têkoşîna ya jinên kedkar derdikevin û wiha got: “Di mîrateya me de Rosa Luksenborg, Jîna Emînî, jinên Kurd ên berxwedêr, jinên kedkar ên li dijî pergala sermayayê derketine hene. Em îro li dijî pergala yek zilam û sermayayê biryardariya xwe ya têkoşîna hevpar a jinên kedkar careke din radigihînin.”
 
Piştî axaftinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dîwana komcivînê hate hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê li sînevîzyona ku qala têkoşîna jinên KESK'ê dike hate temaşekirin.
 
Paşê jî komcivînê bi axaftinên beşdaran berdewam kir.