'Heta serok azad nebe aştî jî wê kêm bimîne'
- 09:02 4 Îlon 2026
- Rojane
Bêrîtan Tunç
ÎZMÎR - Kesên ku xizmên xwe di têkoşîna azadiya Kurd de winda kirine, diyar kirin ku Qanûna Çarçoveyî ya di çarçoveya pêvajoyê de hatiye derxistin qels e û got: “Girtiyan û serokê me nahewîne. Heta serokê me azad nebe aştî jî kêm dibîne. Divê qanûn berfireh be.”
Bi aşkerakirina nasên kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, dayikên bi salan e têkoşîn û bîranîna zarokên xwe didin jiyîn careke din banga xwe ya ji bo aştiyê bilind dikin. Dayikan diyar kirin ku divê şer û mirin bidawî bin û jibo vê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeka mayînde dixwazin.
‘Qanûn têr nake’
Kerîme Ozen ku xizmê xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye, da zanîn ku 25 sal in Dayika Aştiyê ye û got ew dixwazin pêvajo pêş bikeve. Kerîme Ozen wiha domand: “Qanûn bi tena serê xwe têr nake. Em dixwazin aştî bê cîhanê. Divê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê hemû gel wekhev bijîn. Ez şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim. Xwedê rehma xwe li wan bike.”
Leyla Baltaci jî diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de du xizmên xwe winda kiriye û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin xwîn birêje. Em dixwazin Rêbere Apo û girtî bên berdan. Bila dyaik negirîn. Em aştiyeke mayînde dixwazin.”
‘Em ê di şopa wan de bimeşin’
Atiye Şahîn jî daxuyakirin ku du xizmên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye û wiha berdewam kir: “Em malbata şehîdan e. Ya ji me re bimîne em di şopa wan de biçin. Dema em hatin vî bajarî ji bilî Kurdî me ziman nizanibû. Zimanê me qedexe bû. Niha em bi saya şehîdên xwe bi zimanê xwe diaxivin. Bila aştî bê û dayik girîng in. Qanûna derketiye têr nake. Girtî û serokê me nahewîne. Serokê me azad nebe aştî jî wê kêm bimîne.”
‘Divê serokê me azad be’
Halîse Çelîk jî destnîşan kir ku çar kesî ji malbata wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û got yên mane divê bên cem malbatên xwe û got: “Em azadiya serokê xwe dixwazin. Em hêvî dikin ku pêvajo aştiyê bîne.”
Nefîse Ozen jî bi lêv kir ku sê xizmên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye û got daxwaza wan ev e ku aştiyê bînin û hemû girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan bên berdan.








