Îran ji bo zarokan di mafê perwerdehiyê de qels dimîne
- 18:14 11 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên ku di warê mafên zarokan de dixebitin, li ser encamên girtina dibistanan û nebûna planeke lezgîn a perwerdehiyê hişyarî dan. Wan bang li Wezareta Perwerdehiyê kir ku protokoleke neteweyî pêş bixe.
Komele û saziyên ku di warê mafên zarokan de çalak in, daxuyaniyek weşandin û li ser encamên şer, girtina dibistanan û nebûna planeke hevgirtî ji bo berdewamiya perwerdehiya zarokan di rewşên krîzê de hişyarî dan. Saziyan bang li Wezareta Perwerdehiyê kirin ku "Protokola Neteweyî ji bo Perwerdehiya Berdewam di Rewşên Krîzê de" pêş bixe. Îmzekaran tekez kirin ku parastina jiyan, ewlehî, tenduristiya derûnî û berdewamiya fêrbûna zarokan di nav erkên sereke de ne û berpirsiyariya wezaretê divê bi biryarên li ser girtin an vekirina dibistanan ve sînordar nebe.
Perwerdehiya virtual cîgirê perwerdehiya rûbirû nîne
Saziyan xwestin ku di rewşên şer, karesatên xwezayî, kêmbûna enerjiyê û krîzên din de gihîştina perwerdehiya ewle, kalîteyî û wekhev ji bo hemû zarokan were misoger kirin. Li gorî daxuyaniyê, li gelek parêzgehan dibistan bêyî ku alternatîfek standard peyda bikin hatine girtin. Îmzekaran destnîşan kirin ku perwerdehiya virtual, bi taybetî ji bo xwendekarên pola seretayî û destpêkê, nikare bi tevahî bibe cîgirê perwerdehiya bi rûbirû.
Newekheviya perwerdehiyê kûrtir dibe
Rêxistinan hişyarî dan ku girtina dibistanan dibe sedema kêmbûna fêrbûnê û kûrbûna newekheviya perwerdehiyê. Wan bal kişandin ser wê yekê ku ne hemû xwendekar xwediyê înternet, telefonên desta, tablet an jî cîhê guncaw ji bo dersên serhêl in, û ev yek valahiya di navbera zarokan de berfireh dike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, daxwaz hate kirin ku mekanîzmayek zelal û pêşwext diyarkirî were avakirin.
Ji wezaretê raporek zelal û planeke zanistî tê xwestin
Îmzekaran daxwaz ji Wezareta Perwerdehiyê kirin ku raporek zelal li ser kiryar û bingehên biryargirtinê di demên krîzê de biweşîne û planeke zanistî pêşkêş bike da ku windahiyên fêrbûnê yên xwendekaran werin telafîkirin. Rastkirina kêmasiyên pergala "Shad", baştirkirina kalîteya perwerdehiya televîzyonê û çavkaniyên perwerdehiyê di nav daxwazên sereke de ne. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê pêşeroja zarokan heta dawiya krîzan neyê paşxistin û tu zarok ji mafê fêrbûnê bêpar nemîne.







