Li navenda lênêrtinê 29 kesî jiyana xwe ji dest daye
- 09:03 11 Tîrmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
ÊLIH - Di lêkolînên li ser belgeyên li navenda lênêrtinê hatiye kirin de di lênûskên kutukê de, daneyên ku 29 kesî li navendê jiyana xwe ji dest dane cih digirin.
Der berê îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li Navenda Lênêrtinê Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, operasyonek berfireh pêk hat û piştî operasyonê 16 kes hatin girtin.
Di rojên borî de dîmenên îşkenceyê yên li navendê, delîlên der barê destdirêjiyê de, girtekên îfadeyan yên di dosyayê de cih girtine, belgeyên fermî û nîvîsên di navbera saziyan de û axaftinên xebatkarên navendê yên li ser whatsapê derketibûn holê.
Li navendê 29 kesî jiyana xwe ji dest daye
Li gorî daneyên me xwe gîhandê, di belge û dokumanên hatine bidestxistin de lênûsa kutukê hat lêkolînkirin. Li gorî qeydên di lênûskê de li navendê bi giştî 29 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji van kesan 3 heb li nexweşxaneyê, yek li cem malbatê, 25 kes jî li navendê jiyana xwe ji dest dane.







