Li Bestayê birîna daran dest pê kir!

  • 15:16 10 Tîrmeh 2026
  • Ekolojî
ŞIRNEX -Li derdora gundê Korta Xanê ya Şirnexê cerdevanan dest bi birîna daran kir. Midûriyeta Daristanan û Walîtiya Şirnexê îdia kirin ku haya wan ji birîna daran nîn e. 
 
Bi salan e li Herêma Besta bi destûra Walîtiya Şirnexê û bi destê cerdevanan daristan tên birîn. Îro jî cerdevanên ji gundê Kenya Qeymeqam ê Şirnexê gelek cerdevan bi traktoran çûne derdora gundê Korta Xanê ya dikeve nava Herêma Besta û dest bi birîna daran kirin.
 
Dar tên birîn rayedarên Şirnexê di xew de ne!
 
Gerînendehiya Karên Çandinî û Daristanan ku bi salan e îhaleya birîna daran dide cerdevanan diyar kir ku xebera wan ji birîna daran tune ye. Ji aliyê din ve Waliyê Şirnex ku bi ‘serweriya’ xwe ya li ser Şirnexê pesnê xwe dide jî, ji hin çavkaniyên pêbawer re gotiye ku haya wan ji vê yekê tune ye.