Halîde Turkoglu ji ber meclisê bang kir: Em ê dengê aştiyê bilind bikin
- 12:38 10 Tîrmeh 2026
- Ramyarî
ENQERE -Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, diyar kir ku ev 45 roj in ti têkilî bi Rêberê Gelê Kurd re nayê danîn û pêdiviya herî lezgîn "Qanûna Bingehîn" e; wê her wiha got: "Di salvegera 11'ê Tîrmehê de roja ku çek hatin şewitandi em ê li ber deriyên Parlamentoyê kom bibin da ku daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê bînin ziman. Jin dê ji ber deriyên Parlamentoyê dengê xwe yê ji bo aştiyê bilind bikin. Bersivdana van daxwazan berpirsiyariya Parlamentoyê ye."
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, beriya civîna meclîsa jinan daxuyaniyek da. Halîde Türkoğlu axaftina xwe bi bibîranîna Seroka Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Nevîn Îl û kesên ku di xwepêşandanên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir; piştre jî bal kişand ser girîngiya wê tekezî ya li ser yekîtiya jinan ku di sempozyûma jinan a li Silêmaniyê de derketibû pêş.
Lûtkeya NATO'yê
Derbarê lûtkeya NATO'yê ya li Enqerê de, Halide Türkoğlu balkişand lser pêwîstiya têkoşîneke rêxistinkirî li dijî hêzên ku hewl didin cîhanê ji nû ve bi teşe bikin û got: "Bûyerên ku li Îran, Lubnan, Xezzeyê, Afganistan û Sûriyeyê diqewimin bê guman ne tenê şerekî ji bo hegemonyayê ne; ew şerekî li dijî jinan pêk tînin. Lûtkeya NATO'yê di 7-8'ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê pêk hat. Beriya lûtkeyê, li vî welatî di bin navê ewlehiyê de îşkence li jin û ciwanan hat kirin. Jinên ku dengê xwe li dijî vê hevpeymaniya şer bilind kirin, bi şîdeta polîsan re rû bi rû man. Bi sedan jin û ciwan hatin binçavkirin û girtin."
'Pêdivî bi jiyana hevbeş heye'
Halide Türkoğlu diyar kir ku daxuyaniya dawî ya lûtkeyê careke din eşkere dike ku ew tifaqeke şer e û got, "Ev lûtke xeyalên emperyal ên kapîtalîstan û rewakirina şerê ku ji bo pêkanîna van xeyalan were kirin temsîl dike. Wek jin, em careke din dengê xwe li dijî tifaqên şer ên mîna NATO'yê bilind dikin. Ev welat ne hewceyî tifaqên şer e; divê bi jin û gelan re aştiyê bike. Pêdivî ye ku xizaniya jinan sivik bibe û bi hev re di wekhevî û hevkariyê de bijîn. Pêdivî bi aştiya ku bi salan e tê xwestin heye. Aramî û aştiya rastîn li vî welatî ne xwe dispêre hêzên emperyal ên kapîtalîst, lê bi rakirina newekheviyên ku gel, jin û ciwan pê re rû bi rû dimînin, dê were bidestxistin. Rê û rêbaza bidestxistina vê yekê Aştî û Civaka Demokratîk e û avakirina komareke demokratîk e. Ew li ser jiyana hevbeş di bin banê komareke ku kes tê de nayê paşguhkirin, zilm û zorê lê nayê kirin e."
Qanûna Bingehîn
Halide Türkoğlu wiha berdwam kir, "Pêvajoya ku bi banga Birêz Öcalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, ji bo me jinan jî girîngiyek mezin e. Em ew kes in ku ji roja yekem ve bi tundî ev bang hembêz kirine. Me îdia kiriye ku jin, ji her kesî bêtir, hewce ne ku şertên vê bangê bînin bicîhanîn û aştî bibe rastiyek civakî; ji ber ku em ew kes in ku bi awayekî herî zelal bihayê şer û êşa windahiyên xwe fam dikin. Aştî pêvajoyek danûstandin û têkoşînê ye. Divê aliyên ku danûstandinan dikin bikaribin di şert û mercên wekhev de bixebitin. Rastiya ku 45 roj in bi Birêz Ocalan re tu têkilî tune ye, nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo aştiyê nîşan dide. Lêbelê, pêdiviyên herî lezgîn vekirina kanalên ji bo siyaseta demokratîk, rakirina vê tecrîdê û derxistina qanûnA bingehîn bi danûstandinên hevbeş bêyî derengketinê ye."
Em ê sibê li ber deriyê meclisê bin
Sal û nîvek ji destpêka pêvajoyê derbas bû. Di vê demê de, ji aliyê tevgera azadiyê ve gavên dîrokî hatine avêtin. Komîsyonek girîng di bin banê Parlamentoyê de hate damezrandin. Berpirsiyariya her kesî ye -hem hikûmet û hem jî muxalefet ku li gorî xalên ku di rapora vê komîsyonê de li hev kirine, tevbigerin. Jin aktorên damezrîner ên vê pêvajoyê ne. Em ê tu carî razî nebin ku ev pêvajoya hêja were berbat kirin an jî destûr bê dayîn ku ew bisekine. Di salvegera 11'ê Tîrmehê de roja ku gava herî girîng a ber bi aştiyê ve hate avêtin mirov dê careke din li ber deriyê meclisê bi banga Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" bicivin da ku daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê bikin. Di salvegera şewitandina çekan de, jin dê ji deriyê Meclis banga xwe ya aştiyê bilind bikin. Berpirsiyariya Meclisê ye ku guh bide vî dengî û van daxwazan bi cîh bîne. Em bersiva banga Înîsiyatîfa Jinan a 'Pêwîstiya Min Bi Aştiyê heye' didin. Em ê roja Şemiyê, 11'ê Tîrmehê, saet 11:00'ê sibê li Deriyê Dîkmen ê meclisê bin.
Mirinên di girtîgehan de
Tenê dema ku tundî û komkujiyên li dijî jinan rawestin û binpêkirinên mafan di girtîgehan de bi dawî bibin, aştîyek bi rûmet dê pêk were. Li Girtîgeha Sîncanê binêrin; ji bo jinan, ew bi bandor navendeke îşkenceyê ye. Dema ku girtiyên siyasî yên jin bi gefa berdewam a betalkirina mafê berdana wan a şertî re rû bi rû ne, zêdebûna xwekuştinan di nav girtiyên jin ên ku bi sûcên edlî hatine mehkûmkirin de di heman girtîgehê de asta binpêkirinên mafan eşkere dike. Tenê di şeş mehên dawî de, çar girtiyên jin ên ku bi sûcên edlî hatine mehkûmkirin li vê girtîgehê jiyana xwe bi dawî kirine. Ev bûyer nikarin bi tenê bi navkirina wan wekî xwekuştin werin paşguhkirin an veşartin; divê ev mirinên gumanbar di hemû aliyên xwe de werin lêkolîn kirin. Ez bi eşkereyî bang li Wezareta Dadê dikim: Misogerkirina ewlehiya jiyana jinan berpirsiyariya we ye. Em li benda daxuyaniyek tavilê ne di derbarê vê mijarê de.
Wekî din girtiya bi navê Seda Baykan ku di bin tecrîda fiîlî de li Girtîgeha Amedê de ye, roja 100'emîn a greva xwe ya birçîbûnê derbas kiriye. Daxwaza Seda Baykan çi ye? Ew dixwaze tecrîda fiîlî ya ku li ser wê hatiye ferzkirin were rakirin. Ew daxwaza veguhestina xwe bo Girtîgeha Kandirayê dike, da ku diya wê ya nexweş bikaribe bi hêsanî serdana wê bike. Ev ne daxwazên ne gengaz in. Divê Wezaret tavilê gavên pêwîst bavêje da ku daxwazên Seda bi cîh bîne.
Di meha Hezîranê de 29 jin hatinê qetilkirin
Di berdewama axaftina xwe de Halîde Turkoglu da zanîn ku di meha Hezîranê de 29 jin hatinê qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina 14ê jinan weke mirina biguman hat qeydkirin. Sedema kuştina jinan polîtikayên desthilatê yên li dijî jinan e. Desthilat dijminatiya jinan dike. Jin ji aliyekî ve rastî tundiyê tên û ji aliyê din ve jî keda wan tê erzankirin. Ji bo parastina mafê jinan a jiyanê pêdivî bi vegera peymana Stenbolê heye.”
Dê Konferansa Navendî ya Jinan bê li darxistin
Halîde Turkoglu bi lêv kir ku ew ê beriya kongreyê bi şiara, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi Civaka Demokratîk ve” dê konferansa xwe ya herêmî li dar bixin û wiha pê dê çû: “Em ê di konferansê de peyamên derketine pêş binirxînin û têkoşîna Meclisa Jinan li gor peşniyarên derketinê ji nû ve saz bikin. Em ê bi saziyên jinan re xebatên taybet pêk bînin, di 20-21ê Tebaxê de jî em ê li Enqereyê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin. Bi van xebatan em ê têkoşîna azadiya jinan xurtir bikin.”







