ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 10 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
* "Perspektîfa ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan û xebatên wî vê rastiyê nîşan didin. Tecrubeyên jin û gelên cîhanê jî nîşan dide ku bawerî bi hêzên dewletê nayê kirin. Serkeftina aştiyê û çareseriya pirsgirêka jin û civakê ancax bi pêşengiya tevgera jinan ji aliyê civaka demokratîk ve dikare pêk bê." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku li dijî gavên xurt yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê zemîna qanûnî bê şert bê derxistin û got: “Derxistina qanûna çarçoveyê ya bi şert an jî li gorî asta di rêxistinê de ji hev cudakirin li dijî xwezaya pêvajoya çareseriyê ye.” BI DÎMEN 
 
*Jinên Kurd diyar kirin ku piştî merasima şewitandina çekan ya di 11’ê Tîrmeha 2025’an de pêk hatiye şûnde dewletê tu gav navêtiye û daxwaz kirin ku divê statuya qanûnî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên nasîn û sererastkirinên qanûnî bên kirin. BI DÎMEN 
 
*Li Geverê polîtîkayên ewlehiyê di nav salan de teşeyê biguherîne jî gotinên şêniyên taxê naguherin. Gelê taxa Orman ku di bin kamerayên Mobese, wesayîtên zirxî û mudaxaleyên polîsan de dijîn wiha gotin: “Dibêjin pêvajo lê zext naqede. Divê polîtîkayên şopandinê bidawî bin.” BI DÎMEN 
 
*Prof. Dr. Buşra Erşanli saleke ku di ser şewitandina çekan de derbas bûye nirxand û got şewitandan çekan gavek dîrokiye lê ji aliyê dewletê ve gavên pêwist nehatine avêtin û got: “Hêvî heye lê hîna bawerî ava nebûye.” BI DÎMEN