Doza fihûşê hat taloqkirin

  • 11:51 7 Tîrmeh 2026
  • Hiqûq
ŞIRNEX -Doza fihûşê ya li Şirnexê tê lidarxistin û leşkerên Tirk jî tê de tên darizandin hat taloqkirin.
 
Danişîna 7'emîn a doza fihûşê ya Şirnexê ku di nav de leşkerên Tirk jî tên darizandin li 3emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Jina tecawiz lê hatiye kirin H.S û parêzerên wê û parêzerên kesên tên darizandin di danişînê de amade bûn.
 
Piştî diyarkirina nasnameyan H.S mafê axaftinê wergirt û îfadeyên xwe yê beriya niha li dozgeriyê kirine dubare kir. Piştî îfadeya H.S. parêzerên kesên tên darizandin jî xwestin kêmasiyên di dosyayê de werin temamkirin.
 
Heyeta dadgehê biryar da ku Îbrahîm Tatar û Emrûllah Baysal di danişîna bê de tev li danişînê bên kirin û danişînê taloqî 7î cotmeha 2026an kir.