Di Komxebata Aboriyê de modela komunal hat nîqaşkirin
- 21:35 4 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî di rûniştina 4'emîn de berdewam kir. Di rûniştinê de Denîz Gurler axivî û got: “Di encamê de, armanca bingehîn gihîştina xweseriyê ye; avakirina demokrasiyeke rast û wekheviyeke rast e.”
Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî bi pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) li Çand Amedê hate lidarxistin. Komxebat dê 4-5'ê tîrmehê berdewam bike. Rûniştina 4'emîn a komxebatê li ser mijara “Tecrubeyên Aboriyên Piştevaniyê û Nîqaşên Modelên Sepandbariyê” bi moderatiya Dr. (Ph-D) ekolog, lêkolîner û akademisyen Sîna Guneş destpê kir.
‘Xweza tenê wekî tiştekî bazirganiyê tê pênasekirin’
Sîna Guneş li ser mijara “Mirov û Xwezayê: Qeyran û Alternatîf” axivî. Sîna Guneş axaftina xwe de anî ziman ku di aboriyên piştevaniyê de, ev rastiya ku aborî li ser ekolojiyê ava dibe, gelek caran nayê dîtin û wiha got: “Ji ber vê yekê, em zêde li ser vê yeke nasekinin ku ev bijardeya di navbera aborî û ekolojiyê de, çawa zirarê dide ekolojiyê û bi rêya ekolojiyê çawa zirarê dide mirovan, civakan û komunan. Di berhevdana mirov û xwezayê de, di vê pêvajoya ku mirov di navendê de tê girtin de, xweza tenê wekî tiştekî bazirganiyê wekî amûrekî tê pênasekirin; ji ber ku mirov aboriyê di hilbijêre, ekolojî li paş dimîne. Ev rewş, ‘Serdema Mirovan’ ve xwe bi taybetî di kapîtalîzmê de bi cih tîne û ligel neolîberalîzmê digihîje asta xwe ya herî bilind.”
‘Armanca bingehîn gihîştina xweseriyê ye’
Piştre lêkolînerê serbixwe Dr. Denîz Gurler li ser mijara “Di Tecrubeyên Milkiyeta Civatê de Modelên Navneteweyi” axivî. Denîz Gurler jî axaftina xwe de wiha got: “Dema em xweseriyê pênase dikin, beşek xweseriya di hilberînê de heye, beşek jî xweseriya civakî heye. Ev her du pir ji hev cuda ne; ji ber ku xweseriya civakî tê wê wateyê ku herêmek, ji aliyê erdîngarî û civakek, bi her awayî û bi temamî tecrubeyên xweseriyê bijî. Ji bo mînak, di têkoşîna Rojava de yan jî ya Zapatistayan de tecrubeyên xweseriyê hene; ev xweseriya civakî ne. Em li vir di xweseriya civakî de ne tenê di warê aborî de, di warê siyasî û çandî de jî behsa serxwebûn û xweseriyekê dikin. Îro ev komun, aboriya piştevaniyê, aboriya alternatîf, kolektîf û gelek têgehên mîna vê ku em behs dikin, di rastiyê de tecrubeyên wisa ne ku hewl didin bigihêjin têgeha xweseriyê. Di encamê de, armanca bingehîn gihîştina xweseriyê ye; avakirina demokrasiyeke rast û wekheviyeke rast e.”
‘Kooperatîfbûn di rastiyê de wekî rêxistinbûneke civakî ye’
Nivîskar Azîze Aslan li ser mijara “Aboriya Demokratik a Rojava û Tecrubeya Rêveberiya Xweser a Komunal” axivî. Azîze Aslan jî bal kişand li ser tecrubeyên rojavayê Kurdistanê û berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Şoreşa Rojava di rastiyê de weke ku Kropotkîn di pirtûkekê de nivîsandiye tam bi şêwazê fetha nan dest pê dike. Hêzên Kurd li Kobanê yanî gelê Kurd di rastiyê de sîloyên genim desteser dikin û bi vî awayî li wir xweserî îlan dikin. Desteserkirina van sîloyên genim ji du aliyan ve pir girîng e; yek yanî ji bo gel misogerkirina nan, ya duyemîn jî ev sîloyên genim di wê demê de ji aliyê rejîma Esad ve wekî qadên leşkerî û qereqolên leşkerî jî dixebitîn. Yek ji tiştên pêşîn ên ku kirin kooperatîfên elektrîkê bûn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka elektrîkê hatin avakirin û di heman demê de kooperatîfên nan bûn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka nan hatin avakirin. Kooperatîfbûn di rastiyê de wekî rêxistinbûneke civakî pêk tê, wekî şêwazekî rêxistinbûna civakî derdikeve holê. Armanceke wisa ya aboriya civakî heye: Yek avakirina aboriyeke li dijî mêtingeriyê, ya duyemîn rewşeke şer heye yanî em ê çawa li dijî şer aboriyeke berxwedanê ava bikin û di heman demê de em ê aboriyeke bihêvî ava bikin. Li Rojava ji vê re xwerêveberiya komûnal hat gotin. Desthilatdariya biryardanê ya li ser aboriyê di rastiyê de ji komûnê ve tê avakirin. Cudahiyeke xwerêveberiya komûnal ji xwerêveberiya karkeran heye ku komûn dikare hemû biryarên aborî bigire û li ser rêxistinbûna sazibûnê a ku derdikeve holê jî bibe xwedî gotin, xwedî wê kapasîteyê be ku bikaribe wê veguherîne.”
‘Çîmentoya bingehîn a veguhertina giştî û agroekolojiyê demokrasî ye’
Pisporê cotkariyê Abdullah Aysu li ser mijara “Tecrubeyên Agroekolojiyê” axivî û got: “Ji bo dabînbûna serweriya xwarinê û xwerêveberiya gundewarî, ku tê de hilberîner û xerîdar bi hev re biryarê didin ka dê çi, çawa û ji bo kê were hilberandin, ev yek şerekî mezin e. Ji bo ku hilberîner ji girêdayîbûna fînanse û dermanên kîmyewî yên ku çandiniya pîşesazî aniye rizgar bibin û karibin wê pêvajoya dijwar a veguhertinê ya ku ax xwe nû dike derbas bikin, piştgiriyeke civakî şert e. Dema ku xerîdarên li bajaran di bin banê kooperatîfan de xwe birêxistin bikin û misogeriyê bidin hilberîneran, hem navbeynkar ji holê radibin, hem jî xerîdar dikarin ji marketan pir erzantir bigihîjin xwarineke paqij û saxlem. Di encam de, çîmentoya bingehîn a vê veguhertina giştî û agroekolojiyê demokrasî ye.”
Roja yekemîn a komxebatê bi rûniştina 4'emîn bi dawî bû.







