Xizmên windayan xwestin polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin
- 15:32 20 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de daxwaz kirin ku kesên berpirsiyarê windakirinên bi zorê bi bandor werin lêkolînkirin û darizandin,û polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (IHD) daxwaza xwe ya ji bo darizandina sûcdaran dubare kirin û li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine kuştin an jî hatine kuştin pirsîn.
Amed
Xizmên windayan di 906'emîn çalakiya xwe de aqûbeta Salih Çalik û Sînan Fîdan ên di 6'ê Hezîrana 1994'an de hatine binçavkirin û windakirin pirsîn. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya domandina çalakiyên ji bo aqûbeta windayan tên lidarxistin û got: “Em ne tenê ji bo pirsîna aqûbeta windayan di heman demê de ji bo banga pêkanîna edaletê tên cem hev. Em dizanim ku heya aştî pêk neyê dê winda jî neyê dîtin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya tê meşandin girîng e.”
Endama Lijneya Rêveberiya ÎHDê Parêzer Berfîn Elçî çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 742'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev û li aqûbeta Mehmet Siddik ê ku di 21'ê Hezîrana 1993an de ji li Qerqatê yê navçeya Çinarê ya Amedê hetiye binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDa Êlihê Zana Yucel Bozkûrt ve hate xwendin.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 77'an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Salîh Tatli ê ku di bihara sala 1992yan de, li navenda Rihayê, li pêşberî Navenda Kar a Cebeciyê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Endamê ÎHDa Rihayê Muslum Kina çîroka Mehmet Salîh Tatli xwend.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.








