Tovên herêmî tên parastin

  • 11:55 20 Hezîran 2026
  • Ekolojî
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Cihê Agroekolojiyê tovên herêmî zêde dike û diparêze.
 
Serokatiya Guherîna Avhewa û Sifir Beravêjiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Cihê Agroekolojiyê, tovên herêmî diparêze, zêde dike û bi cotkaran re parve dike. Şaredarî heya niha 105 komên ji zarok û mezinan pêk tên li vê derê, derbarê tovên herêmî de agahdar kir û li dijî windabûna tovên herêmî û ji bo parastina van tovan perwerdehî da. Cihê Agroekolojiyê bûye dibistana servekirî.
  
Şaredarî girîngiyê dide perwerdekirina zarokan ya derbarê tovan jî. Bi vî awayî zarok tovên herêmî nas dikin û armanc ew ku zarok bi van tovan ji hilberîn û axê qut nebin, van tovan biparêzin. Mebest ew e ku ev tov bi rêya cotkaran hêj zêdetir bin û werin bikaranîn.
  
Koordînatorê Agroekolojiyê Bişar Îçlî da zanîn ku ew li dora 100 berheman li cihê xwe hildiberînin, tovên van berhemên zêde dikin, parve dikin. Bişar Îçlî diyar kir ku ew tovên herêmî bi rêbazên xwezayî xurt dikin û ji nexweşiyan diparêzin.
 
Şaredarî ji bo gihandina zebeşan zelqa kevokan û ava li hev dixe û vê avê li bostanan bi pergala dilopan belav dike. Herwiha şaredarî ji 14 tovên genim ê ji wan 5ê wan mane, diparêze zêde dike û belav dike. Li gel van tovên nok, sîr, zebeş, petêx, xiyar, ceh, garis û hwd. li bostanê ji bo tovan hatiye veqetandin diçîne, diparêze û belav dike.