ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 20 Hezîran 2026
- Rojev
* Ji damezrandina Komarê ve, polîtîkayên zilm, bişaftin û kontrolkirinê li ser Gelê Kurd bi rêbazên cûrbecûr hatine meşandin. Armanc li Kurdistanê ew bû ku bi rêya darbeyan, tayînkirina qeyûman û mûdaxaleyên cûrbecûr rêxistina civakî ji holê were rakirin û bi rêya polîtîkayên înkar û bişaftinê nasnameya kurd qels bıbe. DOSYA
* Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Berîvan Îyin ku tevli 1'emîn Hevdîtina Çand û Sporê ya Ciwanan a Peyasê ku sê rojan berdewam kir bû, diyar kir ku hedefa wan ev e ku çanda piştevanî û jiyana komunal mezinbikin. BI DÎMEN
* Nuray Turkmen piştî Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn nirxandin kir û balkişand ser girîngiya xeta têkoşîna piranî ya li dijî feraseta yekparêz û got: “Navbera çareseriya prisgirêka Kurd û têkoşîna demokrasiyê de têkiliyek organîk heye. Her du girêdayê hev in.” BI DÎMEN
* Parêzeran bertek nîşanê betalkirina mafê nefqeyê da û da zanîn ku ev wê ewlehiya hiqûqî û aborî ya jinan qels bike û divê qanûnên heyî bi bandor pêk bên. BI DÎMEN
* Ji fermandarên YPJ'ê Kilara Kobanê anî ziman ku di hevdîtina 1'ê Nîsanê de de Wezareta Parastinê diyar kir ku bila YPJ xwe fesih bike û tevlî Asayişê bibE, lê YPJ'ê ev qebûl nekir. Ji bo ku em di destûra nû ya Sûriyeyê de wek YPJ bên qebûlkirin têkoşîna me dewam dike. DÎMEN HEYE
* Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, derbarê cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn şermezar kir û diyar kir ku biryar ne hiqûqiye siyasî ye û got: "Dixwazin têkoşîna azadiya jinan krîmînalîze bikin." BI DÎMEN







