ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 16 Hezîran 2026
- Rojev
*Şerê taybet ne tenê têkoşîneke leşkerî ye ku li meydana şer tê meşandin, lê belê stratejiyeke piralî ye ku avahiya siyasî, çandî û psîkolojîk a civakê hedef digire. Ev rêbaz ku bi taybetî di sedsala 20’î de sazûmanî bû, li ser wê têgihîştinê ye ku şer ne tenê li qada şer, lê di her aliyê jiyanê de dikare were meşandin. DOSYA
* Sema Yuce wekî "Keça serhildêr a Araratê" tê naskirin, navê xwe di rûpela dîroka jinên kurd de nivîsand û îro bi hezaran jin bûn şopdarên rêya wê. BI DÎMEN
*YPJ, ji destpêka damezrandina xwe ve bandorek girîng li ser hemû beşên civakê kiriye, di avakirina pergala azadîxwaz a jinan de û sazûmankirina modela hevserokatiyê de roleke diyarker lîstiye.
*Li gorî belgeyên dozgeriyê, qeydên razandina nexweşxaneyê û daneyên LOG yên Gulistan Doku bi awayekî profesyonel ji pergalê hatine jêbirin. Ji bo tesbîta ku kê qeyd jê birine jî şîrketa Sisoftê agahî hatin xwestin.
*Jinên ku Konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn de" nirxandin, tekez kirin ku, berevajî profîlên jinan ên Kemalîst û muhafezekar ên ku ji hêla dewleta netewe ve hatine ferzkirin, komarek demokratîk dê li ser nasnameya jinên azad were avakirin. BI DÎMEN







