Jin di komunan de hildiberînin û bi piştevaniyê xurt dibin

  • 09:04 14 Hezîran 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED-Jinên li dijî xizanî û tunehesibandina kedê di komunan de tên gel hev, bi hilberîna hevpar û tora piştevaniyê jiyana aborî û civakî ava dikin.
 
Komunên ku piştevaniya dîrokî a jinan û çanda hilberîna hevpar nîşan didin, di gelek qadan de rêxistinbûna jinan mezin dikin. Ji taxa heta navendên jiyanê jin bi xebatên komunan tên gel hev û hem hilberîna hevpar dikin, hem jî bi piştevaniyê keda kolektîf jiyana aborî û civakî dihûnin. Her wiha jin, bi hevkariya komunan ji tecrubeyên xwe hêzê digirin û pratîka jiyana xwe ji nû ve zindî dikin.
 
Sevda Kayar Gorek a di Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, der barê xebatên komunan ên di çarçoveya şaredariyê de dimeşînin de axivîn.
 
‘Jin di komunan de di plana pêş de cih digirin’
 
Sevda Kayar Gorer da zanîn ku hedefa wan ev e ku komunan li hemû taxan belav bikin û got: “Me komunên li taxan ava kirin di bin banê navendên jiyanê de anîn gel hev.  Me qadên hevpar yên perwerdê ava kirin. Piştre me hewcedarî analîz kirin. Xebatên me yên komunan wisa pêş dikevin. Em di komunan de daxwazên jinan li ber çavan digirin. Em cih didin daxwazên wan. Jin di hin komunan de hilberînê dikin. Em hewl didin hiblreîna van jinan bigihîn jinên ku hêza girtina wan kêm e.  hedefa me ev e ku em bi jinan re bên gel hev û komunên hilberîn, fik rû çandê ava bikin.”
 
‘Jin hilberîna hevpar dikin’
 
Sevda Kayar Gorer destnîşan kir ku  jin di hevkariya bi şaredariyê re xebatek komunal pêk tînin û wiha berdewam kir: “Jin bi salan  e li dijî xizanî û tunekirina kedê têdikoşin û di komunan de cih digirin. Em li taxan û navendên jiyanê bi jinan re tên gel hev û daxwazên hilberînê dertên pêş. Li her herêmê ev daxwaz dertên pêş. Jin dixwazin raste rast di hilberînê de cih bigirin. Dixwazin aboriya xwe ji nû ve ava bikin.Em jî di van mijaran de bûn alîkarê jinan.  Jin li her qadê komunan ava dikin. Hilberîna aktîf dikin. Di esasa daxwazên xwe de komunan zêde dikin. Ev tiştekî erênî ye. Em bi komên cuda de tên gel hev. “
 
‘Jin bi komunan vedigerin jiyana xweser’
 
Sevda Kayar Gorek di dawiyê de da zanîn ku jinên di komunan de cih digirin dadikevin taxan û bi jinên li van qadan re hevdîtinan pêk tînin û got: “Li vir daxwazên jinan û pirsgirêk tên gûhdakirin. Jin tevli xebatan dibin. Jin di komunan de vedigerin jiyana xweser.”