Li Wanê Gola Keşîş a 2700 salî

  • 09:02 7 Hezîran 2026
  • Galeriya Jinê
WAN - Gola Keşiş a kevnar, ku 2700 sal in li ser piyan e, bedewiyeke mezin a xwezayî ye û di lîsteya cihên ku divê li Wanê werin ziyaretkirin de ye.
 
Gola Keşîşê, gola bendaveke kevnar a ji serdema Urartuyan maye, li navçeya Payîzava ya Wanê ye û bi heybeta xwe bala mirovan dikşîne. Gola Keşîş ya li kontarên çiyayê Erekê ye, beriya Zayînê navbera salên 685 û 645’an de ji aliyê duyemîn Qralê Urartuyê Rusa ve bi armanca  girtina pêşiya nevalê hatiye çêkirin û heta îro li ser piyan maye.
 
Gola Keşîş ya 2700 sale li ser rpiyane, li zozanên ku çavkaniya avên cemidî heye cih digire û ji çavkaniyên avê û çeman xwedî dibe. Bi hatina biharê re ev der dibe zozanên gundên derdorê û mirov li wir hem pincarê kom dikin hem jî demên xweş derbas dikin.
 
Li aliyê din jî  Gola Keşîş ji cureyên çûkan re malovahiyê dike û bi çiyayên berf, deşta kesk dîmenek bi heybet mirovan pêşwazî dike.
 
Foto: Oznûr Deger