Jin li Dêrsîmê hatin gel hev: Li dijî mirinên bi guman aştî ferz e

  • 21:58 6 Hezîran 2026
  • Rojane
DÊRSÎM - Endamên Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê heye, ji gelek bajaran hatin Dêrsîmê û bi rêxistinên jinan û xwendekaran re hatin gel hev. Di hevdîtinê de mirinên bi guman yên jinan, polîtîkayên şerê taybet hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku divê aştî bê avakirin.
 
Ji Amed, Stenbol, Eneqere, Eskîşehîr, Êlih û gelek bajarên din endamên Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye, bi dirûşmeya ‘Em ji bo edalet ji bo Gulîstan, Rojwelat, Rojîn û jinên hatine windakirin bê li Dêrsîmê ne’ li Dêrsîmê hatin gel hev.  Li kafeyeke li bajar bi tevlibûna gelek jinan hevdîtin pêk hat.
 
Di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hat meşandin de mirinên bi guman yên jinan, polîtîkayên şerê taybet, binpêkirina mafan a li ser jinan hat nîqaşkirin. Her wiha hat diyarkirin kul i dijî mirinên bi guman aştî ferz e.