Li aqûbeta kesên hatine windakirin pirsin

  • 14:18 30 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe de pirsa aqûbeta Vasif Ozturk, Îsa Gok û Mustafa Saygi kirin û xwestin faîlên Namik Erdogan bên aşkerekirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Cejna Qurbanê bibe wesîleya aştiyê, aqûbeta kesên hatine windakirin û faîlên wan bên aşkerakirin.
 
Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ li dar xistin. Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê di van çalakiyan de pirsa aqûbeta Vasif Ozturk, Îsa Gok û Mustafa Saygi kirin û xwestin faîlên Namik Erdogan bên aşkerakirin.
 
Amed
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 903yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kombûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin, hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Vasif Ozturk ê ku di 1ê Hezîrana 1994an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl, parazvanên mafên mirovan û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
 
‘Di cejnan de gor tên ziyaretkirin lê goreke malbatên me jî nîn e’
 
Di daxuyaniyê de Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û da zanîn ku bi salan e ew di van qadan de dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Di cejnan de cihê yekem ê ku tê ziyaretkirin, her tim kesên jiyana xwe ji dest dane ne. Lê belê goreke malbatên me jî nîn e. Armanca me ne tenê dîtina goran e, em di heman demê de dixwazin kujer jî werin dîtin. Em dixwazin cejn li hemû cîhanê bibe wesîleya aştiyê, her wiha kesên hatine windakirin werin dîtin û kesên bûne sedema van tiştan jî werin darizandin.”
 
’33 sal in li benda bavê xwe ne’
 
Piştre kurê Vasif Ozturk, Erol Ozturk diyar kir ku dilê hemû kesan birîndar e û hemû heman qederê parve dikin û wiha axivî: “Mixabin li erdnîgariya me, ji salên 80yî û vir ve tiştên wisa diqewimin ku jiyana mirovan tune hat hesibandin. Ev 33 sal in em li benda bavê xwe ne ku ji cihekî derkeve. Em dizanin em ne tenê ne. Hêviya me ew e ku gora wan kesên wêneyên wan li vir hene yan jî nîn in, were dîtin. Edalet dê rojekê ji bo her kesî bi cih bibe. Em wêneyên wan mirovan hildigirin ku kujerên  wan diyar in, lê edalet ji bo wan naxebite. Hêviya me ew e ku dosyayên salên 90î ji refikan werin daxistin û ji bo edaletê werin vekirin.”
 
Dûre endamê Rêveberiya ÎHDa Amedê Firat Akdenîz çîroka Vasîf Ozturk xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 739emîn de çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin, kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Gok ê ku di Hezîrana 1994an de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû windakirin û careke din agahî jê nehatin girtin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê ÎHDê Alî Karadogan çîroka Îsa Gok xwend.
 
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ ku di hefteya 229an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin, pankarta ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ hat vekirin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
 
Rayedarên dewletê nehiştin doz biencam bin
 
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Namik Erdogan ku Serokê Lijneya Çavderiyê ya Wezareta Tendirûstiyê ya Enqereyê bû, hat pirsîn. Hevseroka ÎHDê Sîbel Çapraz diyar kir ku Namik Erdogan di 8ê gulana 1994an de piştî ji kar derdikeve, winda dibe û piştî 2 rojan di 10ê gulanê de cenazeyê wî di nava sînorên Kirikkaleyê de tê dîtin. Sîbel Çapraz anî ziman ku her çend doz hatibin vekirin jî ev doz bi destê rayedarên dewletê hatine girtin û bê encam mane.
 
Riha
 
Li Rihayê çalakiya malbaten windayan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 75an de li pêşiya Novada Park AVMê pêk hat. Di çalakiyê de ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hatin hildan, gelek parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mustafa Saygi hat pirsîn ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di bin çavan de hatibû windakirin. Berdevka Komîsyona li Dijî Windakirinên di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHDa Rihayê Demet Aykût daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên înkar û bêcezakirinê li qadan e.
 
Demet Aykut çîroka Mûstafa Saygi parve kir û wiha got: “Ew li van axan li pey lêgerîna herî dirêj a heqîqet û edaletê ne. Mustafa Saygi di sala 1969an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bûye, ji bo debara xwe bike di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bazirganî kiriye û bi demê re bû esnafekî dihate naskirin. Lê belê di jiyana wî de ne tenê bazirganî, daxwaza alîkariya mirovan û hestê edaletê jî diyarker bû. Piştî ku di salên 1985an de hawirdorên welatparêz nas kir, bêtir berê xwe da pirsgirêkên civakî û ji bo piştgiriya kesên hewcedar çi ji destê wî hat kir. Di 3yê Hezîrana 1994an de, dema ku ji gundê Şêxîs yê Pirsûsê diçû gundê xwe, hat binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehat girtin.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.