4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn
- 19:28 27 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê 4 zarok di çemê Firatê de xeniqîn. Cenazeyên 2 zarokan hatin derxistin û lêgerîna li cenazayên zarokên din jî dewam dike.
Li gorî agahiyan zarokên bi navê Emar El Elî, Ebûd Ebduselam û Umer Ebduselam ên ji bajarokê Sîbêxanê yê Dêrazorê dema ku avjenî di çemê Firatê de dikir, xeniqîn.
Hate zanîn ku şêniyan 2 cenaze derxistine, lê lêgerîna li cenazeyê zarokekî din dewam dike.
Çavkaniyên xwecih ji bajarokê Eşrayê ragihand ku zarokê bi navê Nasir El Cuma jî di çem de xeniqiye û lêgerîna li cenazeyê wî dewam dike.








