Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du jinên çalakvan birî

  • 12:56 25 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Zextên rejîma Îranê yên li ser jinan zêde dibin. Hat ragihandin ku rejîma Îranê li du çalakvanên jin yek jê 27 sal yek jî 26 sal cezayê girtîgehê lê birî.
 
Dadgeha parêzgeha Simnanî ya Îranê di derbarê birîna cezayê girtîgehê yê li du jinên çalakvan de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku jinên bi navên Fatme Melek Ehmedî û Leyla Remezanî bi tometa peywendîkirina bi medyaya muxalefetê û belavkirina wêneyên bombebarankirinan cezayên girtîgehê lê hatine birîn.
 
Hatiye diyarkirin ku li Fatme Melek Ehmedî 26 û Leyla Remezanî jî 27 sal cezayê girtîgehê hatine birîn.
 
Hatiye gotin ku ji bilî cezayê girtîgehê, cezayê bêparhiştina ji xizmetguzariyên dewletê, qedexeya çûna dervey welat, bêparhiştina li endamtiya partî, komên siyasî û civakî jî lê hatine birîn.