Ji meşa 'Gavek ji bo aştiyê': Divê dewlet êdî gavê bavêje
- 09:04 19 Gulan 2026
- Rojane
Bûşra Turan
AGIRÎ - Jinên ku beşdarî meşa "Gavek ji bo aştiyê" bûn diyar kirin ku ji bo aştiya civakî divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û gotin: "Azadiya ziman dixwazin û her wiha divê girtiyên siyasî serbest bên berdan."
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir re salek zêde derbas bû lê tevî vê hîna dewletê gaveke erênî navêtiye. Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi sedhezaran kesî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya 'Gavek ji bo aştiyê' meş pêk anîn.
Siyasetmedarên li Agiriyê derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.
'Em nasnameya xwe dixwazin'
Hevseroka DEM Partiyê ya Agiriyê Çîgdem Gur, bal kişand ser armanc û daxwazên civakî yên meşê û bal kişand ser aştî, nasname û azadiyê û her kesî vexwend ku beşdarî pêvajoyê bibin û wiha got: "Em vê meşê ji bo avakirina aştiyê, ji bo ku dewlet gavên ber bi azadiyê ve bavêje, ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û ji bo yekîtiya gelan pêk tînin. Em êdî şer naxwazin. Em azadiyê dixwazin. Em azadiya zimanê xwe yê dayikê dixwazin. Em niha aştiyê dixwazin. Em nasnameya xwe, hebûna xwe dixwazin. Em gavekê ber bi aştiyê ve diavêjin. Em her kesî vedixwînin ku beşdarî vê gava samîmî û azadîxwaz bibin."
Jiyaneke hevpar divê
Rêvebera DEM Partiyê Marîfet Yakar daxwazên lihevhatina civakî û edaletê anî ziman û banga avakirina jiyaneke wekhev û hevpar kir wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em vê meşê ji bo aştî, demokrasî û jiyaneke hevpar pêk tînin. Daxwazên me ew e ku girtiyên nexweş serbest bên berdan û dayik negirîn. Zimanê azad, jiyana azad, jiyana hevpar dixwazin."
'Divê dewlet gavê bavêje'
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Ayşe Karakuş bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêje û girtiyan serbest berde û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dewletê hîn gav neavêtiye û em bang li wan dikin ku gavê bavêjin. Armanca vê meşê ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Armanca me ew e ku dewlet gavekê bavêje. Divê hevalên me yên girtî werin berdan. Em ê heta ku Rêberê me azadiya xwe bi dest bixe, di her kolan û taxê de bigerin."
'Ji bo pêkanîna Mafê Hevîyê dimeşin'
Hevberdevka Federasyona Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Solmaz Özden, bal kişand ser aştiya civakî wiha bi lêv kir: "Di avakirina aştiya civakî de dê jin rol û mîsyona xwe bilîze. Li dijî şer jin dê hevgirtina xwe mezin bike. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dimeşin. Em jin ne şer aştiyê dixwazin. Divê hemû piştevaniya aştiyê bikin. Em ji bo pêkanîna 'Mafê Hêviyê' dimeşin."
'Ji bo rojên xweş dest bidin hev dû'
Rêvebera DEM Partiyê Fatma Zengîn jî daxwaza xwe ya aştiyê wiha anî ziman: "Edî bes e, bila aştî pêk bê. Bila êdî xwîn nerije. Lê îro em dibînin ku aştî nîne, girtin û binçavkirin pêk tên. Divê ev yek jî bi dawî bibe. Divê em dest bidin hev û ji bo rojên xwe têbikoşin."
Hevseroka MEBYA-DER'ê Perîhan Gelturan, destnîşan kir ku ji bo nasname, ziman û aştiyê dimeşin û meş bi xwe jî têkoşîn e.
Hasîbe Çarboga jî beşdarî meşê bû, diyar kir ku ji bo aştiyê meşiyan, dixwazin girtiyên siyasî serbest bên berdan û divê yekitî pêş bikeve.







