Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin
- 17:45 17 Gulan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Yuksel Genç di panela ku ji aliyê DEM Partiyê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin de axivî û got: “Ji bo derbaskirina van hemû xetimandinan, ez girîng dibînim ku em xwedî li paradîgmaya bi navê civaka demokratîk derkevin.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê, bi sernavê “Em ber bi ku ve diçin? Siyaset, civak û pêşeroj” li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê panel li dar xist. Nivîskar Yuksel Genç, rojnamevan Ender Ondeş û zanyarê siyasî Farûk Alpkaya wekî axivêr beşdar bûn. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî amade bûn.
‘Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn mêtingerî hat tasfiyekirin’
Di panelê de destpêkê Farûk Alpkaya axivî. Farûk Alpkaya diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li ser asta cîhanê mêtingerî rûbirûyê tasfiyeyeke mezin bû, lê bi temamî ji holê ranebû. Farûk Alpkaya destnîşan kir ku mêtingerî taybetmendiyeke hundurîn a kapîtalîzmê ye û got: “Ji ber vê yekê ne gengaz e ku bi temamî ji holê rabe. Ango Şerê Vîetnamê mînaka herî dawî bû, lê dema em ber bi paş ve biçin mînakên wekî Cezayir, Hindistan û Çînê hene. Di sala 1994an de Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku yek ji rêxistinên herî kevn ên cîhanê ye û di dawiya salên 1800an de hatiye avakirin, di bin pêşengiya Mandela de bi ser ket. Piştî sala 94an li tu derê geşedaneke wiha çênebû. Ev Şoreşa Cîhanê ya ku mîna pûşekî pê ket û vemirî, herî kêm di qadên ramanî de roleke mezin lîst û di vê pêvajoyê de jeokultura kapîtalîzmê hilweşiya. Çavkaniya xwe ya meşrûtiyetê winda kir. Qonaxa duyemîn a windakirina meşrûtiyetê di salên 90î de bi hilweşîna pergala sosyalîst an jî sosyalîzma reel pêk hat. Van her du hilweşînan re bûn sedem ku mirov hêviya xwe ya li ser pêşerojeke çêtir winda bikin. Îro pirsgirêka sereke û mezin ev e. Berê baweriyek hebû ku sibe dê çêtir bibe; bi zanist, pêşketin, geşedan û sosyalîzmê re. Îro ev ji holê rabûye. Vê guherînê encama jihevbûna etnîsîte û çînên modern jî bi xwe re anî.”
‘Desthilatdariyên navendî qels dibin, rejimên navendî tên redkirin’
Piştre Yuksel Genç mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji ber pêvajoya ku aliyê dewletê wekî “Tirkiyeya bêteror” pênase dike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî zêdetir bi aliyê wê yê avaker re wekî “pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk” nîşan dide, lewma ev sekna Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Yuksel Genç anî ziman ku heta destpêkirina vê pêvajoyê ji bo Rojhilata Navîn têgehên pir klasîk dihatin bikaranîn û got: “Gelek ji me tiştekî ku pir dihat zanîn bikar dianî. Me digot şerê sed salî bi dawî bû, Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin û di vê mijarê de planeke bi navendîbûna Amerîka-Îsraîlê heye. Ango xeyalan behsa qonaxeke weha dikir ku dê bi qada emperyal an jî hegemonîk re li hev bike û bibe sedema xurtbûna dînamîkên herêmî li Rojhilata Navîn û cîhanê. Lê gava em di salek û nîvên dawî de, ango piştî destpêkirina pêvajoyê li Rojhilata Navîn dinêrin, em Rojhilata Navînek dibînin ku ji hin aliyan ve bi xeyalên beriya deh salan re nakok e, lê hîn jî riya xwe neditiye. Li şûna Rojhilata Navînek ku herêmî xurt dibe, desthilatdariyên navendî qels dibin, rejimên navendî tên redkirin û pêkhateyên dewletê, fonên îdarî an jî têkiliyên gelan ên bi navendîbûna Îsraîlê dibin hêz; ber bi formeke Rojhilata Navîn ve diçe ku navend ji nû ve tên xurtkirin.”
‘Pêwîst e wateyeke taybet ji navê pêvajoyê re were dayîn’
Yuksel Genç wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku divê wateyeke taybet ji navê vê pêvajoyê re, ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, were dayîn. Bêguman em di demek pir zehmet de derbas dibin. Ev deh sal mîna buldozerê di ser me hemûyan re derbas bû. Tevahiya pêkhateyên me yên rêxistinbûyî hema bêje hatin belavkirin. Dînamîkên me yên potansiyela têkoşînê ya rêxistinbûyî, kolektîf û mezinbûnê li her derê rûbirûyê pirsgirêkan bûn. Di dawiya rojê de, Kurdên ku dixwestin bi Tirkan re (di nav pênaseya neynokê de dibêjim) wekhev bibin û şerê wekheviyê dikirin, îro li gel kesên ku digotin ‘raweste’, di hemû bêveberî, bêhiqûqî, antîdemokratîzm, nemirovahî û bêparbûna aborî de wekhev bûn. Ji bo derbaskirina van hemû xetimandinan, ez girîng dibînim ku em xwedî li paradîgmaya bi navê civaka demokratîk derkevin û ji bîr neken ku ev paradîgma, hewldanek e ji bo vekirina qadekê daku xeyalên jiyana nû zindî û rojane bide girtin. Em ji vê pêvajoyê winda nakin. Li cihê ku gel nefesê distînin, civak rêxistin dibin û ji bo têkoşîna ji nû ve enerjiyê digirin. Eger tu tişt nebe jî, divê ev wekî depoyek enerjiyê ya ji bo têkoşîna gelan were dîtin. Her dem dibêjin ‘an hûn ê vê şuturê biajon an jî hûn ê ji vê diyarî biçin’. Li gora min, her kes bila çîroka çûna ji diyarî jê bibe. Hevalno, ev şutur dê were ajotin.”
‘Gelê Kurd mafê hêviyê û şertên Abdullah Ocalan girîng dibîne’
Herî dawî Ender Ondeş axivî û diyar kir ku gelê Kurd pirsgirêka Kurd, mafê hêviyê û şertên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng dibîne û got: “Dema ku tê pirsîn ‘pirsgirêka we ya herî girîng çi ye’, her carê aborî û xizanî derdikeve pêşberî me. Ango desthilatdariyek heye ku êdî nikare vê rewşê sererast bike û pir şûjinî bûye. Ji ber vê yekê, ev desthilatdarî li aliyekî di sed salî de 28-29 serhildan tepisandiye. Her carê lêçûn hatine kirin. Her carê gelek zehmetî hatine kişandin. Rewşa li Rojhilata Navîn heye. Rewşa cîhanê heye. Lê li aliyê din, em pir baş dizanin ku tiştê herî pêşîn di lîsteya odeya vê mirovî de nivîsandî, mayîna li ser desthilatdariyê ye. Berdewamkirina vê desthilatdariyê ye. Tevgera Kurd dem bi dem ji bo hinekî rehet bibe, dikare di mijareke din de hinek nermbûnên wisa nîşan bide ku kesekî din nîşan nade. Niha dîmen bi vî rengî dimeşe.”
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.







