Li Hesekê komxebata statuya YPJ’ê û mafên jinan
- 19:33 16 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata “YPJ hebûna me ye” ya li Hesekê de beşdaran destnîşan kir ku YPJ nasnameya jinan parastiye û xwest statuya YPJ'ê û mafên jinan di destûrê de werin mîsogerkirin.
Kampanyaya “Em hemû YPJ ne” û “YPJ hebûne me ye” di 26'ê Nîsanê de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê ve ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dest pê kir. Di vê çarçoveyê de îro Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê, Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk û YPJ’ê, komxebatek diyalogê li Xwarîngeha Mişwar li dar xist. Di komxebatê de endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, rêxistin û dezgehên jinan, partiyên siyasî û şervan û fermandarên YPJ'ê amade bûn.
Di komxebatê de 2 mijarên sereke hatin nirxandin. Mijara yekem bi sernavê “Biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Ala Îbrahîm û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hat birêvebirin. Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” ji aliyê endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer ve hat pêşkêşkirin.
‘YPJ’ê nasnameya jinan parast’
Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongra Star Nahid Silêman diyar kir ku YPJ nasnameya hemû jinên cîhanê parastiye û wiha domand: “Yekîneyên Parastina Jin bûne sembola hêz û berxwedanê. Bi fedakarî û têkoşîna xwe ji cîhanê re nîşan dane ku azadî bi îrade, biryardarî û baweriya bi dozê tê bidestxistin. Jinan bi vîzyonek mezin dest bi vê rêwîtiyê kirine da ku rûmet û mafên jinan biparêze, hêza xwe ji ruhê têkoşîn û hevgirtinê di navbera jinên ku li eniyên pêş de ji bo parastina ax û gelê wê sekinîne, digirin.”
‘Jin bûne hevkarên bingehîn’
Rûniştina yekem a bi sernavê “Biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji hêla endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Ala Îbrahîm û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hate birêvebirin. Wan rola jinan di hemû qadên jiyanê de û veguhertinên girîng ên di hemû waran de şîrove kirin. Diyar kirin ku jin êdî bi rolên kevneşopî an karên navmalî ve sînordar namîne, her wiha di biryardayîn û parastina civakê de bûne hevkarên bingehîn. Wan destnîşan kir ku beşdarbûna jinan di qada leşkerî de gavek girîng ber bi bidestxistina wekheviyê ve ye.
‘YPJ sembola berxwedana li dijî terorîzmê ye’
Her wiha îşaret pê kir ku her çend qadên şer ji mêj ve bi mêran ve hatibe girêdan jî, YPJ’ê ev hişmendî têk biriye û îsbat kiriye ku jin dikare di her qadên jiyanê de xwedî rol û mîsyon be û bi taybetî jî di qada parastinê de. Jinan serpêhatiya jinên li Rojava ku rola wan di dema şoreşê de ne tenê bi piştgiriya mirovî û alîkariyê ve sînordar bû, bi rêya damezrandina YPJ'ê ku bûne sembola gerdûnî ya berxwedana li dijî terorîzmê û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berfireh bû, bi bîr xist.
Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” ji aliyê endama Konseya Leşkerî ya YPJ'ê Kurdistan Koçer ve hat birêvebirin. Kurdistan Koçer da zanîn ku fedakariya dayîkan û gel dê tu carî neyê jibîrkirin û wiha domand: “Ji sala 2011'an heta îro, jin li hemû eniyan amade bûn; dayîkan xwarin ji bo şervanan amade dikirin û gel çavkaniya hêz û berxwedanê bû. Em jî keçên vî gelî ne û em bi îrade û têkoşîna xwe gihaştine vê rojê. Berê DAIŞ’ê digotin ku ew naxwazin ji aliyê jinan ve werin têkbirin û îro jî hikumet hîn jî rola jinan û YPJ’ê qebûl nake, ji ber ku ew ji hêz û biryardariya jinan ditirse.”
‘YPJ xera azadî û rûmetê ye’
Kurdistan Koçer destnîşan kir ku gelek binpêkirin bi navê Îslamê hatine kirin, jin hatine paşguhkirin û ji mafên xwe bêpar hatine hiştin. Kurdistan Koçer ragihand ku hikumeta demkî hewl dide "Sûriyeyeke tarî" ava bike ku rola jinan tune bike.
Kurdistanê bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin YPJ'ê û wiha got: “Tevî 14 salan têkoşîn û hedefgirtina berdewam, jin di hêz û îradeya xwe de bi israr dimînin. YPJ xeta yekem a parastinê ji bo azadî û rûmeta jinan bûye û wisa dimîne.”
Piştre sînevîzyona li ser ked û têkoşîna YPJ’ê hat pêşkêşkirin.
Komxebat dê bi pêşkêşkirina encamnameyek bi dawî bibe. Xalên encamnameyê wiha ne:
"1- Divê mafên jinan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û bê cudahiyê bixin navbera jin û mêran jin beşdarî qada siyasî, civakî û leşkerî bibin.
2- Nûnerên jin bi edalet cihê xwe di komîteyên nivîsandina destûr, di hemû saziyên dewletê û navendên biryardanê de bigirin.
3- Divê rola jinan, têkoşîn û fedakariyên wan di parastina civak û gihaştina aştî û aramiyê de bi fermî were naskirin.
4- Divê hemû cureyên paşguhkirina jinan werin redkirin û jin di avakirina Sûriyeya siberojê de bibin xwedî rolekî girîng.
5- Divê destkeftiyên jinan werin parastin û ji hemû aliyan ve piştgiriya jinan bê kirin da ku mafên xwe bixwazin.
6- Divê rola mirovî û dîroka ya YPJ'ê di parastina jin, civak û nirxên azadî û edaletê werin naskirin.
7- Destûr û pêvajoya siyasî ku mafên jinan nas nekin û rolê nede jinan nûnertiya hemû sûriyeyan nake û edalet û demokrasî jî pêk nayên."







