Ji bo girtiyên nexweş daxwaza berdanê kirin
- 14:36 16 Gulan 2026
- Rojane
ÎZMÎR/ENQERE - ÎHD'a Îzmîrê ji bo girtiyê nexweş ê giran Abdulmenaf Aytaç banga berdanê kir û got ku rêjeya astengdariya wî ji sedî 65 e û nikare bi tenê serê xwe bijî. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê xwest girtiyê nexweş Ebubekir Yulu yê nexweş ku 33 sal in girtî ye bê berdan.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê daxuyaniyek da. Çalakiya hefteya 378'an ji bo Abdulmenaf Aytaç ê 71 salî ku girtiyê nexweş ê giran e û li Girtîgeha Tîpa Ryê ya Menemena Îzmîrê tê girtin, hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hat vekirin. Daxuyanî ji Rêvebira Şaxa ÎHDe ya Îzmîrê Vetha Aydin xwend.
‘Rehabîlîtasyon veguherandine tecrîdê’
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Vetha Aydin diyar kir ku Aytaç di hucreyeke yekkesî de tê girtin û got: “Wekî rojê eşkere ye ku kesekî 71 salî, bi kursiya bixarkok ve girêdayî û nexweşê pênçeşêrê ya piralî ye, nikare sênasî û lênihêrîna xwe ya kesane bi tenê serê xwe bike. Tevî vê yekê, bi hinceta ku ‘girtiyekî din ê ji heman siyasetê nîn e’ bi tenê tê girtin. Ev rewş ji mafê tenduristiyê wêdetir, binpêkirina giran a mafê jiyanê ye. Her wiha ev îzolasyon tenê bi hucreyê re sînordar namîne; girtî bi heman hincetê, ji bo hewşê, sohbetê û hemû çalakiyên din ên hevpar jî bi tenê tê derxistin. Armanca girtîgehên tîpa R rehabîlîtasyon e, lê ev pêvajo ji bo Abdulmenaf Aytaç veguheriye tecrîdeke giran.
‘Ji girtiyên nexweş re azadî’
Vetha Aydin bang li hemû saziyên peywendîdar kir ku berpirsyariyê bigirin ser xwe û bang li raya giştî kir ku bibin dengê Aytaç. Vetha Aydin di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ji bo berdana Aytaş wiha rêz kir: “Ji ber temenê mezin ê Abdulmenaf Aytaç, rêjeya astengdariya wî ya ji sedî 65 û nexweşiyên wî yên xetereya jiyanê çêdikin, divê ew bê berdan. Heta ku teheliya wî pêk tê, divê dawî li ferzkirina girtina yekkesî bê anîn, lênihêrîna girtî û tedawiya wî ya di hawîrdoreke steril de bê misogerkirin. Em; heta ku mafê jiyanê û mafê gihîştina tedawiyê ya girtiyên nexweş bê misogerkirin û di pergala înfazê de dadrêsiyên ku rûmeta mirovahiyê esas digirin bikevin meriyetê, dê daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Enqere
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 610emîn de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin û dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Rêveberê şaxa ÎHDê ya Enqereyê Kezîban Kalin metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebubekir Yulu ku 33 sal in di girtîgehê de ye.
‘Girtiyê nexweş Ebubekir Yulu berdin’
Kezîban Kalin derbarê rewşa Ebubekir Yulu ku li Girtîgeha Tîpa Syê ya Kirşehîrê ragirtiye de diyar kir ku nexweşiyên wî her ku diçe girantir dibe û got: “Divê ku Ebubekir Yulu di 30yê Gulana 2024an de bihata berdan lê Lijnêya Îdarê û Çavderiyê bi hinceta ‘rewşa baş’ berdana wî taloq kir. Di 30yê Adara 2026an de car din berdana wî 6 meh hate dirêjkirin. Rewşa Ebubekir Yulu di girtîgehê de girantir dibe. Divê demildest bê berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk dikin ku ji bo azadiya Ebubekir Yulu dengê xwe derxînin. Derengmayîn, her roj jiyana wî dixe bin xeteriyê.”







