Li Enqereyê konsera Cejna Zimanê Kurdî
- 22:29 15 Gulan 2026
- Çand û Huner
ENQERE-Zimanzan û nivîskar Sadik Varli ku di konsera ji bo Cejna Zimanê Kurdî de axivî bi lêv kir ku zimanê Kurdî di bin xeterê de ye û bang li gel kir ku ne tenê rojeke her roj Kurdî biaxivin.
Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li eywana Nergîsê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê konsera zimanê Kurdî li dar xist. Bi sedan kes tevlî konserê bûn. Welatî bi cil û bergên Kurdî û bi malbatî tevlî konserê bûn. Li eywana konser hat lidarxistin pankarta li ser, “Cejna zimanê Kurdî pîroz be” dinivisî hat daliqandin. Di konserê de Koma Koroya Şanoyê ya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), Koma Anatoliyayê û Koroya Zarokan a Anatoliyayê yên Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê derketin ser dikê. Beşdaran jî bênavber dirûşmeyên, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” berz kirin.
Beriya konserê zimanzan û nivîskar Sadik Varli axivî û li ser rewşa zimanê Kurdî rawestiya. Sadik Varli di destpêka axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Zarok hê nehatinê dinyayê di hundirê zikê dayika xwe de ziman hîn dibin. Ji ber wê jî dibêjin zimanê zikmakî. Her wiha zimanê dayikê ye. Ji ber ku zarok heta 6 saliya xwe hiş û rêmanên wî bi zimanê dayikê teşe digire. Ji bo wê jî ziman ji bo zarokan xwedî wateyeke mezin e.”
‘Parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdî ferz e’
Sadik Varli di berdewama axaftina xwe de li ser dîroka axaftina zimanê Kurdî jî rawestiya û got ku destpêka axaftina zimanan li gor lêkolînan teqlîda xwezayê ye. Sadik Varli li ser polîtikayên bişaftin û tunehesibandina zimanê Kurdî jî rawestiya û rewşa Kurdî ya îro wiha vegot: “Rewşa ziman a îro mixabin ne baş e. Dogan Kiliç di helbesteke xwe de dibêje; Li Rojhilat mirovek hebû. Mala wî hebû lê nanê wî tunebû. Nanê wî hebû lê mala wî tunebû. Mala wî hebû nanê wî hebû lê vê carê êdî ew tûne bû. Mixabin rewşa Kurdî jî wisa ye. Ji berê tiştek me tune bû lê zimanê me hebû. Lê niha televizyon, rojnamê, ajans, kovar û hertiştê me heye lê Kurdî nayê axaftin em tune ne.”
‘Parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdekî ferz e’
Di berdewama axaftina xwe de Sadik Varli destnîşan kir ku ji bo ziman ji holê ranebe, parastin û pêşvebirina Kurdî li her Kurdî ferz e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê her sazî weke komîneke têkoşîna ziman bimeşîne. Divê zimanê siyasetê û bazirganiyê Kurdî be. Li welat berendamên wekiltiyê heta endamên meclisa şeredariyê divê bi Kurdî bizanibin. Zimanê Kurdî bi qasî şîrê dayikê li Kurdan helal e. Kuştina zimanê Kurdî kuştina hemû Kurdan e. Ji bo em neyên kuştin werin em li zimanê xwe xwedî derbikevin, biparêzin û pêş bixînin.”
Koroya Zarokan derket ser dikê
Piştî axaftina Sadik Varli koroya zarokan a ANKA-DERê derket ser dikê û bi peyvên Kurdî ên di destê wan de pênaseya peyvan kirin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Piştre jî koroya zarokan a Anatoliyayê derket ser dikê û şanoyeke ku qala zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo zimanê Kurdî dike peşkûş kirin û helbest xwendin. Beşdarvanan jî bi kêfxweşî şanoya zarokan temaşe kirin û dirûşm berz kirin.
Koma Anatoliyayê derket ser dikê
Herî dawî jî Koma Anatoliyayê derket ser dikê û stranên xwe pêşkeşî beşdaran kirin. Koma Jinên Anatoliyayê bi stranên xwe beşdaran coşandin. Beşdaran jî bi stranên Koma Anatoliyayê şeveke xweş derbaskirin. Konser bi stranan bi dawî bû.







