‘Heta ku statu neyê bidestxistin wê têkoşîn bidome’
- 18:53 15 Gulan 2026
- Rojane
AMED- Li Amedê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî hat dayîn û balkişnadin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî. Di daxuyaniyê de peyama ‘Divê em li her qadê ziman û çanda xwe bidin jiyîn’ hat dayîn.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platformên Saziyên Demokratîk (DEKUP) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Kurdî nasnameyê ma ye”, “Şer kuştin e, aşitî jiyan e”, “Ji bo Kurdî têkoşîn”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Her dem Kurdî, hem der Kurdî” û “Aştî jiyana azad e” hatin hildan.
Partia Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Tevgera Jinên Azad(TJA), Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
Beriya daxuyaniyê girseyê li govend gerand û dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’ berz kirin.
Daxuyaniya hevpar Şukran Yakut xwend.
‘Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê wê têkoşîn bidome’
Piştî metna daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Divê destpêkê zimanê me qebûl bikin’
Keskîn Bayindir di berdewamiay axaftina xwe de wiha bang li dewletê kir: “Em bang dewletê dikin dev ji polîtîkaya pişaftin û înkarê berdin. Dibêjin TRT6 heye lê bajarê Agiriyê mufteyekî genelge da û dibejin hûn ê waaza Kurdî nekin. Ev berdewama bişaftinê ye û hêj jî dev jê bernedane. Ev zîhniyeta înkarê ye. Em vê siyasetê û vê qirêjbûnê qebûl nakin. Heke di navbera gelê Kurd û Tirkan de lihevhatinek hebe divê destpêkê zimanê me qebûl bikin. Siyaseta dewletê ya du peyvan Kurdî dike nabe qasîdê ziman berowajî vê ev siyaseta durîtiyê ye. Berpisyarêke dîrokî ji pêşiya gelê me heye. Helbet em ê têkoşîna ji bo statuyê berdewam bikin. Lê divê em her derê jî zimanê xwe pêş bixînin.”
‘Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin’
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê gelê me her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parvebikim televizyona Nûçe TVê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFMê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bê ziman jiyan nabe’ bidawî bû.







