Aysel Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
- 13:10 11 Gulan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan, di salvegera 4’an a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan ku di çarçoveya pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd de û ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê û di Koma 2’yemîn a Aştiyê de cih girtibû, di salvegera 4’an a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Dêrsimê hate bibîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tev li bûn.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Wekîla Dêrsimê Ayten Kordu axivî û got ku Aysel Dogan ji bo aştî û edaletê têkoşiya û ev tişt anî ziman: “Ji bo jiyaneke birûmet a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê canê xwe da. Ji bo Dêrsimê gelek ked da. Kedeke wê ya mezin di têkoşînê de heye. Xwezî wê jî ev pêvajoya aştiyê bidîta. Em gelek tiştan ji wê hîn bûn. Ji bo Dêrsimê dîrokek bû. Dê her tim rêya me ronî bike. Ji bo em keda wê bi aştî, bi civaka demokratîk û azadiyê tacîdar bikin em ê tişta ji destê bikin û soza vê didin wê û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Ateş jî got: “Aysel Doganê ji bo ziman, bawerî û heqîqeta xwe gelek ked da. Gelek zilm lê hate kirin lê her carê got ‘Ez jin im, Elewî me, Kirmanc im û ew jî têr nake Dêrsimî me.’ Em soz didin te ku heta aştî tê em ê di rêya te de bin.”
Piştî axaftinan, loqme hate belavkirin, çerax hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.
Piştre jî gora yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansizê ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatibû qetilkirin hate ziyaretkirin. Beşdaran qurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansizê û çerax vêxistin.







