Li Amedê ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ bang

  • 13:08 11 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê têkildarî meşa 16’ê Gulanê ya bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de banga avêtina gavên şênber li îktîdarê hat kirin û banga tevlibûna meşê li gel hate kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê di 16’ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” li gelek bajaran meşan li dar bixe. Têkildarî meşê, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî hat dayin. Rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên bajêr û gelek kes tev li civînê bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayê Kurmancî û Tirkî pankarta “Gavek ji bo aştiyê” hat daliqandin. Metna bi kurdî ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û metna tirkî jî ji hêla Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakutê ve hat xwendin. 
 
 Daxuyanî wiha ye: 
 
“Ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya birêz Abdullah Ocalan heta niha 15 meh derbas bûn. Lê di halê hazir de îktîdarê ji bo daxwaz û israra aştiyê ya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, jinan, ciwanan, kedkaran, karkeran û bêkaran tu gaveke şênber neavêtiye. Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin her çend guh dabe dînamîkên civakî û li ser vê pêvajoyê raporek amade kiribe jî, hêj jî daxwaza aştî û demokratîkbûnê pêk nehatiye. Desthilatdariya siyasî û dewlet, her tim di nava helwesteke taloqkirinê de ye. Lê hewceye li hemberî daxwazên civakê, di çarçoveya ruhê pêvajoyê de û ji bo bikaranîna vê firsenda dîrokî demildest berpirsyartiyê li xwe bigire. 
 
Ji bo encamgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, şertê sereke ew e ku xitimîn û nezelaliya heyî ji holê were rakirin. 
 
Di qonaxeke wiha dîrokî de mezinkirina têkoşîna aştî û demokratîkbûnê, erkekî bivênevê ya hemû dînamîkên civakê ye. Aştî, zemîna herî xurt a hevpar e ku nasname, bawerî û nasnameyên siyasî yên cuda tîne cem hev. Berpirsyariya me hemûyan ew e, em zemîna aştiyê mezin û xurt bikin û aştiyê civakî bikin.
  
Bi vê berpirsyariyê; em gelê xwe vedixwînin meşa dê di 16’ê Gulanê roja Şemiyê saet di 19.00’an de bi dirûşma ‘Gavek ji bo aştiyê’ were lidarxistin. Meş dê li Quncê Jêr ê Girtîgehê ya navçeya Rezanê dest pê bike û heta ber AZC Ofîsê bidome.”