Di komxebata Zimanê Kurdî de banga xwedîderketinê
- 20:16 10 Gulan 2026
- Çand û Huner
ŞIRNEX -Saziyên ziman ên Botanê bi şîara, ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ li Cizîrê komxebatek pêk anîn û di komxebatê de banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Çand û Ziman a Cûdiyê de Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin. Gelek zimanzan, endamên saziyên ziman, rêveber û endamên partiyên siyasî û gelek welatî tev li komxebata li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê pêk hatî bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî pêk tên û banga xwedîderketina zimanê dayîkê kir.
Piştî axaftina Cahît Akil, komxebat bi beşa yekemîn û bi mijara “Di dîrokê de tekoşîna zimanê Kurdî û rist û mîsyona jinan” destpê kir. Di beşa yekemîn de Rêvebera DBPê ya Şirnexê mamoste Zuleyha Kara Îrmez li ser rist û mîsyona jinan a ji bo zimanê Kurdî axaftinek pêşkêş kir. Zuleyha Kara Îrmez diyar kir ku parastina zimanê Kurdî li malê bi hişmendiya dayîkê tê kirin û yên ku destûrê nadin polîtîkayên bişaftinê bi ser bikeve dayîk in.
Di beşa 2'yemîn a komxebatê de mijara têkoşîna zimanê Kurdî ya hiqûqî û di hiqûqê de Kurdî hat nirxandin. Hevseroka Şaxa OHDê ya Şirnex Dîlan Elçî pêşkêşvaniya beşa 2'yemîn kir. Parêzer Veysel û Serhat Îlhan derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Di axaftinan de hat diyarkirin ku li ser zimanê Kurdî astengiyên hiqûqî hene û divê ev astengî êdî werin rakirin.
Di beşa 3'yemîn ya komxebatê de mijara di rêveberiyên xwecihî de stratejî û tekoşîna zimanê Kurdî hat axaftin. Nivîskar Mahsûm Bîlgîç, endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Azîze Tûran û Hevserokê DBPê yê Cizîrê Bager Aşkin bal kişandin ser pêkanînên qeyûman ên li ser zimanê Kurdî. Di axaftinan de hat gotin ku divê şaredarî di her qada jiyanê de xebatên xwe bi Kurdî bikin û şaredarî pirzimanî bin.
Di beşa 4'emîn ya komxebatê de mijara di tekoşîna siyaseta demokratîk de zimanê Kurdî hat nirxandin. Parlamemtera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî ya di siyasetê de û wiha axivî: “Salên dirêj in li ser siyaseta demokratîk qedexeya zimanê Kurdî heye. Ji avakirina Komara Tirkiye heya îro li ser zimanê me polîtîqayên bişaftinê tên meşandin.”
Newroz Ûysal Aslan di dawiya axaftina xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîs û pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide ziman û dibêje roleke mezin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dikeve aliyê zimanê Kurdî.
Komxebat bi pirs û bersivandina pirsan bi dawî bû. Encamnameya komxebatê dê di rojên pêş de were aşkerekirin.







