Ji Cenevreyê bang kirin: Divê gavên şênber bên avêtin
- 20:04 22 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya rûniştinê ya ku ji sala 2021’an vir ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreya Swîsreyê berdewam dike, di hefteya 273’yan de ye. Çalakvanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan bang li saziyên navneteweyî kirin.
Nobeda “Ji Ocalan re azadî" ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreya Swîsreyê tê lidarxistin, di hefteya 273’yan berdewam kir. Kurdistanî û dostên wan bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya Cenevreyê Ramazan Kizilkurt daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtî hatin silavkirin û hat diyarkirin ku têkoşîna tê meşandin di pêkanîna armanca civaka demokratîk de rolek bingehîn dilîze. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanyaya ku di sala 2021’an de hat destpêkirin, li qada navneteweyî belav bû û ev pêvajo ne tenê hewldanek hevgirtinê ye, hewldaneke ku banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî dike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku neçaresernekirina pirsgirêka Kurd krîzên herêmî kûrtir dike û ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî hat xwestin ku roleke çalaktir bilîzin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şerta sereke ya ji bo çareseriya demokratîk e.
Di daxuyaniyê de nîqaşên li ser feshkirina PKK’ê tê kirin hat rexnekirin û hat diyarkirin ku hin derdora van nîqaşan ji bo lawazkirina pêvajoya aştiyê di rojevê de dihêlin û hat destnîşankirin ku divê gel li dijî manîpulasyonên bi vî rengî hişyar be.
Di daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku divê desthilata siyasî gavên şênber û qanûnî bavêje. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku gavên ber bi çareseriyeke demokratîk û aştiyeke mayînde bavêje.







