'Li dijiî kuştin û mirinên bi guman dê dengê xwe bilind bikin'

  • 14:11 22 Nîsan 2026
  • Hiqûq
STENBOL -  Rêxistinên jinan û hiqûqî, li ber Edliya Stenbolê ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz û hemû jinên ku hatin qetilkirin daxuyaniyek dan û gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Rêxistinên jinan û hiqûqî li ber Edliya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em ji bo Gulistanê di serhildanê de ne heta ku sûcdar bên dîtin û edalet pêk were!" hat vekirin. Dirûşmeyên wekî "Sûcdaran neparêzin, bidarizinin, ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn, kuştinên jinan siyasî ne" hatin berzkirin. Li ser navê komê Zîlan Aydin metna daxuyaniyê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi awayekî zelal nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor ji bo aşkerakirina li aqûbeta Gulistan Doku nehatiye kirin. Bi salan rê li ber dozê hatiye girtin. Hevala Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest daye. Di wê dozê de jî hewldanên lêgerînê dereng mane û lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin." 
 
Zîlan Aydin daxwaza xwe ya ji bo lêpirsîneke bi bandor a doza Rojîn Kabaiş, zelalkirina bûyerê di hemû aliyên wê de û eşkerekirina berpirsiyaran dubare kir. Zîlan Aydin diyar kir ku bi polîtîkayên xemsarî û bêcezatiyê tu dozek têkildarî mafê jiyanê yê jinan nayê çareserkirin û wiha dewam kir: "Wekî saziyên hiqûqî û rêxistinên jinan, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê heta ku rastî eşkere bibe, berpirsiyar neyên darizandin û edalet pêk neyê, ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaiş, Rojwelat Kizmaz û hemû jinên ku çarenûsa wan di nav sirrê de ye, têkoşîn, şopandin û dengê xwe bilind bikin."