Li Denîzliyê li mêvanxaneyê nîjdaperestî

  • 09:02 22 Nîsan 2026
  • Rojane
 
 
Berîtan Tunç
 
DENÎZLÎ - Li Denîzliyê xwendekarek jin ku li mêvanxaneyê dima nasnameya wê ya Kurd hedef hat girtin û bi zext û gotinên nîjadperest re hat rû hev. Xwendekarê serî li şaredariya navçeyê da û cigirê şaredar bersiva ‘carek din pirsgirêk bê jiyîn her du alî jî wê ji wargejê bên derxistin’ da.
 
Xwendekarek jin a li Denîzliyê mêvanxaneyê dima, hevalên wê yên odeyê nasnameya wê hedef girtin û rastî zext û gotinên nîjadperest hat. Xwendekara ku xwe gîhand ajansa me da zanîn ku nîqaşa ji ser sererastkirina odeyê destpê kiriye, piştre hewl hatiye dayîn ku mudaxaleyê qada jiyanê bê kirin.
 
Nîqaş bi hedefgirtina nasnameyê dest pê kir
 
Xwendekarê da zanîn ku nîqaş ewilî ji ber sererastkirina odeyê destpê kiriye û wiha got: “Piştre xwestin alê daliqînin. Tevî qada wan hebû xwestin li ser nivînê min alê bidaliqînin. Min jî got ‘bigire li ser nivînê xwe daliqîne.’ Li ser vê gotin ‘tu ne Tirkî, tu çima naxwazî ? ’”
 
Xwendekarê diyar kir ku piştî ku gotiye ew Kurd e gotinên wan zêde bûne û wiha domand: “Min got ez Kurd im. Li ser vê nasnameya min lêpirsîn kirin. Gotin ‘çawa tu ne Tirk î, di nasnameya te de çi dinivîsî ?’. Bi van gotinan mijar guhertin û zext li ser min kirin.”
 
Helwestên newekheviyê zêde bûn
 
Xwendekarê destnîşan kir ku piştî tiştên hatine jiyîn helwesta mêvanxaneyê guheriye û wiha bi lêv kir: “Yên berê silav didan piştre nedan. Al li deriyan daliqandin. Li qadên hevpar jî hedef hatim girtin. Ez çûm şaredariyê. Lê şaredariyê got ‘ger carek din tiştekî wisa çêbibe em ê her dua liyan jî ji mêvanxaneyê derbixin. Aramiya wargehê xera nekin.’ Lê di vir de ya rastî zextan hat ez bûm. Dibistana min li navçeyê ye. Ji wargehê bêm avêtin ez ê bi ku de biçim ? Rêveberiya mêvanxaneyê jî di vê mijarê de helwestek bi bandor nîşan neda.”