Tuncay Sonel bersiva pirsan nizane!

  • 19:47 21 Nîsan 2026
  • Rojane
ERZIROM - Tuncay Sonel di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de hema bêje ji bo hemû pirsan, bersiva ‘Nayê bîra min’ da.
 
Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de 15 kes hatin binçavkirin û ji wan 11 kes hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ê ku 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin, duh Midûriyeta Polîsan a Erziromê de mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Kiryar Tuncay Sonel piştre bê kelepçe sewqê Edliya Erziromê hat kirin.
 
Tuncay Sonel piştî îfadeya dozgeriyê, bi sûcên “Delîlên sûc tunekirin, veşartin û gûherandin”, “pergalê astangkirin û tunekirin”, “ îhlalkirina jiyana taybet” û “belgeyên fermî xirapkirin û tunekirin” ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin. Îfadeya Tuncay Sonelê ku dozgeriyê da derket holê.
 
Rêya ne qanûnî nehat bîrê
 
Tuncay Sonel hewl da ku ji sûc bireve bi îdiaya ku Aygul Doku SÎM qerta daye wî û piştre wî ew daye polîsê berê Gokhan Ertok. Tuncay Sonel îfadeyê de got ku nayê bîra wî ku SÎM kartê kendî daye Gokhan Ertok. Li ser pirsa çima bi rêya ne fermî ji Gokhan Ertok re şandiye re got, “Min kart tenê ji bo ku ez bizanim herî dawî li ku derê ye şandim.”
 
Dema ku jê hat pirsîn çima qeydên kamerayê ku dikarin çarenûsa Gulîstanê ronî bikin, nehatine bidestxistin û çima du roj şûnda biryar hatiye dayîn ku ew werin guhertin, wî dîsa got ku agaha wî ji tiştekî tuneye.
 
Gotina Şukru Erdogan a “kart li meqama wê hat dayîn” ji Tuncay Sonel re hat bibîrxistin û bal dozger bal kişand ser nakokiyên herdu îfadeyan û Tuncay Sonel got, “Min li meqamê kesî pêşwazî nekiriye. Cihê ku di zarfê de teslîmkirin nayê bîra min.”
 
Tuncay Sonel her wiha îdîa kir ku der barê jêbirina dîmenên kamereyên li pirê jî got tu talîmata wî tuneye.
 
Tuncay Sonel diyar kir ku ew bi encama lêpirsîna bin erdê ya li Gundê Koçpinarê ya jendermeyan re ku dibe ku cenazeyek veşartî hebe, lê dibe ku ew salek an du sal berê hatibe veguhastin, tevlî nabe.
 
Balkêş bû ku pirsên ku ji Tuncay Sonel hat pirsîn bê bersiv man.