Kongreya Star: Em ê pêşengiyê ji têkoşîna siyasî û qanûnî re bikin

  • 16:12 21 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star li bajarê Çilaxayê bi jinan re civiya û diyar kir ku dê Kongra Star ji bo YPJ`ê qanûnî were naskirin, dest bi hemleyê bike û çalakiyan organîze bike.  
 
Li bajarê Çilaxa endamên Kongra Star ên Çilaxa bi jinan re civiyan. Di civînê de rola rola Kongreya Star û tevgerên jin li Sûriyeyê û di destûrê Sûriyeyê de misogerkirina mafên jinan nîqaş kirin.
 
Civîn li hola civînan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin. Di destpêka civînê de nirxandin û nameyên Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan ji aliyê Rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Çilaxa Henîfa Silêman ve hat xwendin.
 
Piştî wê Rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Hacer Abdullah axivî. Hacer di nava axaftinên xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ya ji dîrokê heyanî roja îro nirxand û got ku jinan di şoreşa Rojava de xwe û civak bi rêxistin kir, gelek bedel dan da ku îrade û rûmeta xwe biparêze û hebûna xwe diyar bike.
 
Her wiha Hacer li ser têkoşîna Kongreya Star axivî û got: "Kongra Star ji hemû aliyan ve têkoşîn kir, berê jinan da siyasetê û bûn xwedî îrade. Jin ji hemû aliyan ve bûye xwedî nasname.”
 
Ji bo êrişên dawiyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hacer wiha got: "Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di van êrîşên dawiyê de êrişî jinan kir. Komên girêdayî hikûmeta demkî xwestin ku desdirêjî deskeftiyên jinan bikin û bi ti awayî jinan qebûlnakin. Di vê pêvajoya lihevkirin û entegrasyonê de berpirsyartiyeke mezin ketiye ser milê jinan. Me destbi pêvajoya têkoşîna siyasî û qanûnî kiriye. Tevger û saziyên jinan di vê pêvajoyê de divê nava civakê û komînan de bin û xwe bi rêxistin bikin. Deskeftiyên jinan û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) xeta sor in. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, di vê pêvajoyê de li ser asta Rojava em ê li komînan komîteyên jin ava bikin."
 
Hacer agahî da ku dê 23`yê Nîsanê ji bo YPJ`ê qanûnî were naskirin, dê dest bi hemleyê bikin û di çarçoveya hemleyê de çalakiyan organîze bikin.
 
Piştî ku nirxandina Hacer Abdullah bi dawî bû, jinan nêrînên xwe anîn ziman û got divê di pêvajoyê de dê jin pêşengiyê ji têkoşîna siyasî û qanûnî re bikin.