'Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e'
- 13:18 19 Nîsan 2026
- Rojane
BÛRSA - TJAyê ku bi armanca çaperesiya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Gemlîkê daxuyanî da, xwest ku demildest hiqûqa pêvajoyê bê afirandin û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên amade kirin.
Komên meşa bi beşdariya hezar jinan ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd duh ji bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin, gihiştin daketina navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê. Li noqteya daketina navçeyê bi hinceta ku ketin û daketina navçeyê ji hêla Walîtiya Bûrsayê ve ji bo hefteyekê hatiye qedexekirin, destûr nehat dayîn ku jin bikevin navçeyê. Jinan bertek nîşanî qedexeyê dan û li daketina bajar daxuyanî da çapemeniyê.
‘Muhatab Îmraîl çareserî azadî ye’
Girseya pankarta, “Dema dema pêşwazîkirina Serokatiya azad e” vekir, sloganên, “Heta azadiya fîzîkî nebe aştî û biratî nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Ji bo pirsgirêk Kurd muhatab Ocalan, çareserî azadî ye” avêtin. Li ser navê jinên demekê meş li darxistin Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata daxuyanî xwend û balkişand ser armanca meşê. Ayla Akat Ata behsa têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê kir û wiha got: “Em îro li Gemlîkê ne. Gemlîk di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û di bîra gelê Kurd de xwedî cihek girîng e. Em îro giraniya vê yekê hîs dikin. Hevalên me yên bi rêgeza, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ canê xwe şewitandin, hevalên me yên di meşên ber bi Gemlîk û Îmraliyê de bedel dayîn re soza me heye. Em ji bo dengê xwe bilind bikin, li vir kombûne. Ji Amed, Şirnex, Wan, Mersîn, Îzmîr û Stenbolê em bi armanca aştiyê û dengê xwe bilind bikin hatin vir. Divê deriyên Îmraliyê ji hemû kesên aştiyê dixwazin re bê vekirin.”
‘Kes nikare pêşiya têkoşîna me bigire’
Em wekî TJAyê banga aştiyê dikin. Em hewildanên pêşiya aştiyê digirin, şermezar dikin. Şevê din ketina me ya Gemlîkê hate qedexekirin. Lê em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em dê dengê aştiyê li her derê û bi her riyê bilind bikin. Li hemû derên kesên aştiyê dixwazin, em dê bêjin, ‘Bêserok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’. Kes nikare bi krîmînalîzekirin, bi binçavkirin û zilmê bêdeng bike. Em dê têkoşînê bi her awayî bilind bikin.” Ayla Akat Ata piştî axaftinê daxuyaniya TJAyê xwend.
‘Meşa me berdewam dike’
Ayla Akat Ata meşa ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di Cotmeha 2025an de bi diruşmeya “Em Bi Hêviyê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin bi bîr xist û anî ziman ku bi heman armancê îro cardin li Gemlîkê ne. Ayla Akat Ata da zanîn ku wê rojê ji bo avakirina bingeha hiqûqî ya pêvajoyê meşiyane û îro bi vê kombûna li Gemlîkê ev meş bi hêz dayîn û hêz girtinê berdewam dike. Ayla Akat Ata di daxuyaniyê de bal kişand ser van xalan:
“Îro li vir; wekî jinên ku ji lêgerîna heqîqet û berxwedana Amedê, ji xeta serhildan û azadiyê ya Botanê, ji rihê têkoşîna bêsînor a Serhedê, ji çanda jiyana hevpar a gelan a Egeyê, ji tevna civakî ya pirnasnameyî û pirzimanî ya Marmarayê, ji keda berxwedêr a Anatolya Navîn, ji hafizeya hilberîn û piştevaniya Çukurovayê û ji Behra Reş hatine qeraxên aştiyê, em di vê meşê de digihîjin hev.
Em hêviya aştiyê mezin dikin
Em wek TJAyê bi vê pir rengî û pirdengiya xwe, di vê pêvajoya dîrokî de careke din li Gemlîkê gotina xwe dibêjin. Vîna xwe ya çareseriya demokratîk nîşan didin û hêviya aştiyê mezin dikin. Ev xeta têkoşînê, bi îdîaya Aştî û Civaka Demokratîk, riya çareseriyê ku bi armanca dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan re dibe yek, vîna çareseriyê ya jinan bi awayekî şênber datîne holê.
Çareseriya pirsgirêka Kurd mijara herî lezgîn e
Îro li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurd, meseleya herî lezgîn û nikare bê taloqkirin e. Li ser vê bingehê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de li Girava Îmraliyê hat kirin û gavên piştî wê hatin avêtin, derfeteke mezin pêşkêş dikin.
Em dê tîkoşîna azadiyê bi aştiyê tacîdar bikin
Weke TJA, em di ferqa wê de ne ku têkoşîna aştiyê wêrekî û biryardariyê dixwaze. Mezinkirina îddîa û biryardariya me, têkoşîna avakirina jiyaneke azad û wekhev, ji duh xurttir e.
Bi îdîaya ku qonaxa dawî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk dê bibe ronesansa jinan, em dê têkoşîna azadiya jinê bi aştiya civakî tacîdar bikin.
Em azadiya Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe dibînin
Îro hemû jin, di serî de jinên Kurd ên ku encamên polîtîkayên şer di asta herî jor de dijîn, azadiya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ku vîna aştiyê nîşan daye, wekî azadiya xwe dibînin. Divê were zanîn ku hêza pêşeng a vîna dê dawî li vê pergala şer, rant û talanê mezin dike, bîne em in. Li dijî hemû hêzên ku dixwazin li pêşiya riya aştî, edalet û azadiyê astengiyan derxin, em carek din bi bîr dixin ku di ser bangawaziya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk re salek, mehek û 23 roj derbas bûn.
Milyonan peyama çareseriyê da
Di vê demê de, di serî de gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û cîhanê piştgiriyeke xurt dan Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber ku Meclis di vê pêvajoyê de di aliyê avakirina hiqûqa aştiyê li gorî pêwistiyê çalak nebûye, helwestek nezelal nîşan daye, dem dirêj kiriye û gavên pêwest neavêtine, di nav civakê de li dijî pêvajoyê bêbaweriyek heye. Lê
vîna çareseriyê û hêviya aştiyê her tim zindî hate girtin. Nexasim di 8ê Adarê, Newroz û 4ê Nîsanê de milyonan qad dagirtine û peyama çareseriya demokratîk û aştiyê bi awayekî zelal nîşanî hemû otorîteyên berpirsiyar û biryardar dane.
Divê pêvajo derbasî qonaşa duyemîn bibe
Niha divê pêvajo bi lezgînî derbasî qonaxa duyemîn bibe. Lê ji bo birêvebirineke bi rêk û pêk a pêvajoyê û derbasbûna qonaxa duyemîn pêwistî bi dabînkirina şert û mercên muzakereyê yên bêkêmasî heye. Riya encamgirtina muzakereyan jî ew e ku alî di nav mîsogeriya hawirdoreke wekhev, azad û ewle de tevlî pêvajoyê bibin.
Şertên muzakereyê nehatine afirandin
Lê heta îro ev prensîba bingehîn a muzakereyê nehatiye pêkanîn. Muzakarevanê sereke Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, wekhevîparêz û azadîxwaz a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya mayînde, xebatên xwe bêyî ku şert û mercên jiyana azad û ragihandinê werin dabînkirin, dimeşîne.
Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e
Di van şert û mercan de serketina pêvajoyê û pêşveçûna wê ne pêkan e. Li ser bingeha muhatabtiya ku bi vîn û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd şêwe girtiye, Birêz Ocalan muhatabê resen û muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye.”
Girseya bênavber sloganên, “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” avêtin, daxuyanî bi slogan, tîlî û çepikan bi dawî kir.







