Malbata Rojîn Kabaîş li Dêrsimê ye: Em ê dev jê bernedin

  • 14:26 19 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Malbata Rojîn Kabaiş li ber Edliya Dêrsimê serdana malbata Gulîstan Doku kir. Nîzamettîn Kabaîş got, “ Em ê dev jê bernedin 
 
”Dayik Bedriye Doku jî got, “Ez hestiyên keça xwe dixwazim.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de ji 13 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de waliyê wê demê Tuncay Sonel û serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hîn jî di bin çavan de ne. Bavê Rojîn Kabaîş, Nîzamettîn Kabaîş, serdana malbata Gulistan Doku kir.
 
Rojîn Kabaîş ku dema li Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê dixwend bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş wêneyê keça wê di dest de serdana malbata Gulistan Doku kir û got, “Bila Meclîsa Komarê li me temaşe bike û destên xwe deyne ser wijdanê xwe. Çi serokkomar be çi jî endamên parlementoyê, divê ew pirsgirêkan çareser bikin. Malbatên din jî mexdûr bûne. Gelek bûyerên bi vî rengî qewimîne.”
 
‘Em ê dev jê bernedin ’
 
Nîzamettîn Kabaîş destnîşan kir ku malbata Gulîstan Doku 6 sal in êş dikişine û wiha pê de çû, “Me jî di van du salên borî de gelek êş kişandin. Di lêpirsîna me de, gumanên cidî li ser rektor hene. Ew xizmê rektor e, destên wî tê de ne. Ji tevgera wan diyar e. Nehatin tazîyeya me. Me zaroka xwe emanetê wan kir. Ji bo Rojîn tu tişt negotin. Dosyeya Gulîstan Doku de jî heman tişt bûn. Ew şexsan xwedî zarokên me derneketin.  Em ê pey bûyerê bernedin.”
 
Dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku jî hat kêleka Nîzamettîn Kabaîş û bi hêsirên çavên xwe got, “Derdê van erdan yek e” û hevdû hembêz kirin. Nîzamettîn Kabaîş jî wiha domand, “6 sal in ev malbat vê êşê dikişine. Di van rêyan de bi sedan caran çûn hatin. Em jî diçin Wanê û tên. Ne xema walî û rektor e. Dozgerê ewil tu tişt nekir. Dozgerê duyem 6 mehên destpêkê baş bû û tiştan kir. DNA’yan tespit kir, lê piştre tu tişt nehat kirin. Niha jî tu tişt nayê kirin. Di dosyeya Rojîn Kabaîş de 6 meh in tu tişt nayê kirin.”
 
Bedriye Doku: Ez hestiyên keça xwe dixwazim
 
Dayik Bedriye Doku jî bang li Wezîrê Dadê û Serokkomar kir û got, “Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Tiştên ku li keça me hatiye kirin vedibêjin, em şerm dikin. Hêvî dikim ku kujerên keça we jî bê dîtin. Hêvî dikim ku ew hemû muebbetê bigirin.”
 
Xwişka Gulîstan, Aygul Doku jî bi lêv kir ku baweriya wan bi edaletê heye û domand, “Em bawer dikin ku gora wê jî bibînin. Em dixwazin ku kujer cezayê herî giran bigirin.”