Meclisa Jinan a DAD’ê çû serdana malbata Gulistan Doku
- 15:28 19 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Meclisa Jinan a DAD’ê çû serdana malbata Gulistan Dokuyê û got: “Derfetên dewletê bi kar anîne û bûne parçeyeke xerabiya bi organîze.”
Lêpirsîna têkildarî windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê didome. Malbata Dokuyê jî li pêşiya Edaleta Dêrsimê nobetê digire. Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) ji bo piştgiriyê çû serdana malbatê.
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Mercan Gul di serdanê de axivî, têkoşîna malbatê bi bîr xist û got: “Bûyera Gulistan Dokuyê qetlîamek e. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Êdî bes e. Em dixwazin êdî jin neyên kuştin û pêşiya komkujiyên jinan bê girtin. Dema em li edaletê digerin, cihên em serî lê didin mekanîzmayên edaletê ne. Lêbelê em dibînin ku saziyên dewletê bûne parçeyeke vê komkujiyê. Derfetên dewletê bi kar anîne û bûne parçeyeke vê xerabiya bi organîze. Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de em dibînin ku walî, emniyet û kesên di saziyên dewletê de dixebitin bûne parçeyeke vê organîzasyona qirêjî. Em bi malbata Doku û Kabaîşê re ne.”
Ji Ocaxa Axuçanê Pîr Înanç Dolu jî got: “Em li vê xakê qetilkirina jineke ya wiha bi awayekî sîstematîk qebûl nakin û şermezar dikin. Pêvajoyeke hiqûqî heye û didome. Hêvîdarin kesên hatine binçavkirin û girtin cezayê pêwîst lê were birîn.” Dolu, gotinên alîgirên îktîdara AKP’ê ku ji bo waliyê demê Sonel re digotin “Xizir” bi bîr xist û got: “Aliyekî wijdana civakê ya vê dozê heye. Hin kes hebûn ku dixwestin cihê ev walî diçûyê findan vêxin. Lêbelê Xizirê me kujer nîne. Xizirê me xwedî aqil, wijdan e. Lewma tevî wî waliyî, divê cezayê herî giran li hemû kesên tiliya wan di vê cînayetê de heye were birîn. Yên li gel wî tevgeriyayîn jî li hemberî civakê sûcdar in. Em ji bo dozên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê jî daxwaza edaletê dikin. Em dixwazin aqûbeta hemû jinê hatine qetilkirin bê ronîkirin.”







