Qeydên HTS'ê yên Rojwelat Kizmaz nehatin dîtin!

  • 15:42 17 Nîsan 2026
  • Hiqûq
 
 Rojda Aydin Şehrîban Aslan
 
DÊRSIM – Rojwelat Kizmaz a ku di 2024’an de hat qetilkirin, ji bo qeydên wê yên HTS’ê ku wê di lêpirsîna Gulîstan Doku de wekî delîl werin bikaranîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve ji Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hate xwestin. Lê qeydên ku hatin xwestin nehatin dîtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê di 1’ê Mijdara 2024’an de daxwaznameyek ji Serdozgeriya Komarê ya Êlihê re şand û daneyên Qeydên Dîrokî yên Telefonê (HTS) yên Rojwelat Kizmaz ku hevala Gulîstan Doku ya nêz bû xwest. Lê. Dozgeriya Komarê ya Êlihê di 8’ê Mijdara heman salê de bersiv da û diyar kir ku qeyd nehatine dîtin.
 
Çi bûbû?
 
Rojwelat Kizmaz a 26 salî ku piştî di 9’ê Sibata 2024’an de ji mala xwe ya li Êlihê derket winda bû, tevî serlêdanan jî lêgerîn nehat kirin. Li gorî rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmaz ku di 12’ê Sibatê de li Bendava Hesenkêfê mirî hatibû dîtin, hat diyarkirin ku ew du roj piştî windabûna xwe, di saetên serê sibê de miriye. Gilînameyên ku îdiaya îhmalkarina rayedaran dikirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi biryara “nebûna bingeha dozê” hatin redkirin.
 
Tevî ku Rojwelat Kizmaz di qeydên kamerayên MOBESE de xuya dike, rêwîtiya wê ya Heskîfê û tevgerên wê yên li wir bi zelalî têne destnîşankirin û bi lêgerîna 2-3 saetan tê dîtin jî rayedaran tu gav neavêt.
 
Her wiha, li Stenbolê lêpirsîn li dijî kesekî ku agahiyên li ser sedemên mirina Rojwelat Kizmaz li ser medyaya dîjîtal parve kiriye, bi tohmeta “tehrîkkirina nefret û dijminatiyê di nav gel de” hatiye destpêkirin.